‘Li hemberî binpêkirinan em ê li ser piyan bin’

Koçberên jin ên Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan li gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî şermezar kirin û xwestin sûcdar werin cezakirin.

ROBARÎN BEKIR

Şehba- Koma çeteyan Emşat a "Firqeya Silêman Şah" gundê Kaxirê yê girêdayî navçeya Mabataya Efrînê dorpêç kirin. Jinên li gund li dijî vê xwepêşandanan li dar xistin û biryara dawî ya komê ku dibêje dê ji bo her dareke zeytûnê 8 dolar weke bac were dayîn red kirin. Li dijî van xwepêşandanan endamên komên çete bi çekan êrişî xwepêşanderên jin kirin û derketina ji gund qedexe kirin.

‘Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’

Hacer Hisên jineke ji Şehbayê ye li ser mijarê wiha got: "Tevî ku 6 sal in Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ve hatiye dagirkirin jî; hewl didin bi temamî Efrînê ji gelên wê yên resen vala bikin. Armanca bi van binpêkirinan ew e ku nasnameya Kurd tune bikin û demografiya herêmê biguherînin her wiha bacê bigrin."

‘Em li ser axa ku bi rûmet û berxwedanê dagirtiye li ber xwe didin’

Hacer Hisên di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku şêniyên Efrînê ne bi tenê ne û wiha anî ziman: "Madem doz û armanca me yek e dê berxwedana me jî yek be. Ew li Efrînê li ber xwe didin em ê jî li ser axa ku bi rûmet û berxwedanê dagirtiye li ber xwe bidin. Em ê bi hev re li hemberî siyasetên li dijî îrade û doza me bisekinin. Rast e em li Şehbayê ne lê belê dilê me li Efrînê lêdide."

Der barê redkirina dayîna bacan ji bo darên zeytûnan de jî Hacer Hisên got: "Bi hatina demsala zeytûnan re dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan li navçeya Şiyê û gundê Kaxirê biryar dan her kes bacê ji bo her dareke zeytûnê bide. Welatiyan vê yekê bi xwepêşandanan red kirin. Çeteyan gule berdan û li xwepêşandêran xistin, wan îşkence kirin."

Her wiha destnîşan kir ku ew ê van binpêkirinan qebûl nekin û wiha domand: "Em ê nehêlin gelê me bi van siyasetên hov re rû bi rû bimîne. Rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan heta niha ji van kiryaran re bêdeng in."

Hacer Hisên di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku armanca dewleta Tirk veşartina rastiyê û bêdengkirina dengê gelê li Efrînê ye û wiha got: "Bûyera herî dawî li gundê Kaxirê û derketina xwepêşandanan dê ne cara yekem be. Dengê gel û bi taybetî jinan li ser xaka dagirkirî bilind dibe."

Armanc guhertina demografiyê ye

Zekiye Yûsif jî wiha got: "Ji dema Efrîn hatiye dagirkirin ve heta niha şêniyên wê rûbirûyî binpêkirinan dimînin. Ev yek li dijî zagon û pîvanên navneteweyî ne. Dewleta Tirk a dagirker asta hovîtiya xwe li dijî herêm û îradeya me îsbat kir. Bi riya kiryarên xwe da xuyakirin ku çiqas ji ber hebûna gelê Kurd û pêkhateyên dixwazin li ser riya demokrasî û biratiya gelan bimeşin tengav dibe. Dewleta Tirk a dagirker şer bi xwezaya Efrînê re jî dike. Daran dibire û jîngehê dirûxîne. Van hemû ji bo demografiya herêmê biguherîne û tevli xaka Tirkiyeyê bike dike. Em li pişta xelkên xwe yên li Efrînê ne. Tişta li wir pêk tê em red dikin. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin û li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin."

‘Em ê xaka xwe ji dijminê hov rizgar bikin’

Suheyla Şêx Ehmed jî kiryarên Efrîna dagirkirî pêk tên şermezar kir û got: "Em kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê şermezar dikin. Jinên li wir bi hemû cure binpêkirinan re rûbirû dimînin. Heta niha jî çarenûsa gelek jinan ne diyar e. Em ê weke jinên Efrînî nehêlin herêma me dagirkirî bimîne. Em ê herêma xwe ji dagirkeran rizgar bikin. Em ê herêma xwe azad bikin. Divê jin serî hildin û piştgiriya jinên li Efrînê bikin. Divê jin yekdest bin."