Li hember komkujiya Hilêliyê meşa serhildanê

Bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo meşa serhildanê kirin û pekrewanên xwe yên ku di komkujiya Hilêliyê de jiyana xwe ji dest dane spartin axê.

Qamişlo - Di 9’ê Mijdara 2021’an de dewleta tirk bi balafireke bêmirov wesayetek li Taxa Hilêliyê a girêdayî bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt û komkujiyek hov ser 3’ê sivîlan ji malbatekê pêk anî ku jiyana xwe ji dest dan. îro şêniyên Kantona Qamişlo li hember vê kiryara qirêj meşa serhildanê kirin û ji nû ve soza xwe ya tekoşîn û berxwedanê nûjen kirin. meş ji çarxereya Sonî ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, bi sedan ji şêniyên Kantona Qamişlo şehîdên xwe rakirin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve çûn da ku şehîdên xwe bi cih bikin û oxira wan a dawîn bikin.
Li ser navê Endama Koordînasyona Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsiv axivî û got: “ev şehîd jiyana xwe hemû ji bo azadiya kurdistan em îro wan bi oxir dikin. Em ji şehîdê xwe re dibêjin em te pîroz dikin, em apê Yûsiv pîroz dikin ku dikarîbû hevaltiya rast bi gelê xwe re kir. em pîroz dikin ku soza destpêkê da û heta roja xwe ya dawî soza xwe pêk anî, ji bo vê yekê em bi wî serbilind in, ji ber ku apê Yûsiv riya kurdê azadî û serî ji zilm û zorê re ne hilda, û wî kurdê ku serî ji faşîzmê re hilnadê temsîl dike. em bi malbata 14 şehîdan serbilin in û wan pîroz dikin, malbata gulo ya bi rûmet ji destpêka şoreşê de mala xwe û dilê xwe ji şoreşa kurdistan vekirin û heta roja îro şehîd dan, xwîn dan û xwêhdan dan. dewleta tirk bi şehadeta apê Yûsiv û her du neviyên wî vîna me bişkînin lê em ji dijminê xwe re ardoxan re dibêjin ku em partiya şehîdan e, m ebi şehîdan ev şoreş dest pê kir û bi tekoşîn û qehremantiya xwe roj bi roj cîhanê dihejîn in.
 “Tu nikarê bi komkujiyan me xilas bikê”
Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo  Rodîn Îsa derbarê vê rojê axivî û got: “îro em derketina qadan, him merasîm û him jî serhildan e. Em wekî gelê Bakurê Rojava me meşa serhildanê li dar xistiye. Peyama me ji dewletan re ew e ku em ê li pişta şehîdên xwe bin. Dewleta tirk nikar bi komkujiyan me xilas bike, em kurd bizrên şînin, her û her ji nû ve şîn dibin, eger ku 3’ê hevalên me şehîd xistin, bi hezaran hene ku dewsa yabo Yûsiv û neviyên wî hatin avakirin. Yabo Yûsiv, Mezlûm û Muhemed ji bo me sembol in. Wekî hereketa jin em soz didin ku em ê li ser şopa serok apo bin ya ku bi azadî û demokratîk daye pêş bin. Em ê kurd Rojhilata Navîn azad bikin, dê axzadiya wê li ser destê kurdan be, ji ber ku di vê xaka pîroz de me hemûyan bedel daye û em soz didin ku em heyfa şehîdên xwe bi demokratîk hilînin. Em niha di komkujiyan re derbas dibin û ti kes dengê xwe hilnadê, lê em ji wan re dibêjin hun bi desthilatdariya xwe û me jî bi azadiya xwe ne, dirûşmeya me berxwedan jiyane bijî şehîdên nemir.”
Eyhan Hesen ji bajarê Hesekê ye ku îro hatiya bajarê Qamişlo ji bo tevlî meşa serhildanê bibe wiha axivî: “em sersaxiyê ji malbata van şehîdan re dixwazin, şehîdên me rûmeta me ne. Emê hevalên xwe pispêrin axê. Çima dewleta tirk êrîşî gelê me yên sivîl dike, dixwazin tirsê di nav gel çêbikin lê em gelê kurd ti carî natirsin û em ji hemû bajaran tevlî vê meşa rûmetê û serhildanê bûne, em serê xwe ji dijmin re natewînin. Ti kes ji me dev ji axa xwe bernade, her bostek ji axa Kurdistanê şehîdek daye. Bila dijmin nebêje ku em vî gelî ditirsînin, gelê me gelê berxwedanê ye û em bi axa xwe ve girêdayî ne û şehîd namirin.”