Li hember hewldanên rejîmê li Şehbayê meş
Li hember hewldanên rejima Sûriyê ji bo astengekirina zimanê kurdî di dibstanan de, KPC-D li navçeya Ehrezê ya girêdayî Şehbayê meşeke li dar xist.
Li hember hewldanên rejima Sûriyê ji bo astengekirina zimanê kurdî di dibstanan de, KPC-D li navçeya Ehrezê ya girêdayî Şehbayê meşeke li dar xistin.
Şehba- Komîta Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê KPC-D li hember heweldanên rêjîma Sûriyeyê ku dixwaze zarokê kurdan derbasî dibistanê xwe bikin û nahêlin ku fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin, meşek li dar xistin. Di meşê de xwendekarên navçeya Ehrezê amadehî, seretayî û mamosteya wan amade bûn. Meş ji debistana navçeya Ehrezê heya Mecilîsê berdewam kir. Zarokan di meşê de pankertên bi nivîsa "Bê ziman jiyan nabe","Zimanê me rûmeta me ye" û "Em dev ji Zimanê xwe bernadin" hildan. piştî meşê daxuyanî ji aliyê mamosteyên navçeya Ehrezê ve hate xwendin.
Daxuyanî ji aliya mamoste Alîn Elo ve hate xwendin. Daxuyanî wiha bû: "Ziman hîmê bingehîn a civak û netewan e, di heman demê de nasnameya gelan e. Ev bû 4 salin gelên Efrîn bi hemû pêkhateyan xwe ve ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê koçberî Kantona Şehbayê bûne, lê ji bo ku gelên Efrînê yên koçber bi aramî jiyan nekin rojane rastî kiryarên dewleta tirk , a dagirker tên û rejîma sûriye rijane listoken xwe didin meşandin. Tu netew bê ziman nikarin werin hizirîn ji ber vê yekê, divê xebatên derbarî zimanê dayîkê de çalaktir bibin. Ji bo ku zarok û ciwanên herêmê û gelên ku koçberî Kantona Şehbayê ji çeteyê DAIŞ'ê û biştevaniyê dewleta tirk a dagirker rizgar bûye li Şehbayê bê perwerde nemînin û bê ziman nemînin ev bû çend salin di Sûriyeyê de bi fereseta netewa demokratîk ango miletperestiyê di nav xwe de nagire perwerdeya dibistanê bi sê zimanên Fermî didin ew jî kurdî, Erebî , Ingilîzî tên dayîn. Weke em dizanin zimanê kurdî zimanê dayîkê ya gelê heremê ye. Bi navê xwendekar û mamosyeyê navçeya Ehrezê em hemû kesên ku bi kiryarên li dijî zimanê zikmakî mafên rawa û mirovahiyê radibin, bi tundî şermezar dikin. Banga me ji her kesê ku dibin bandora şerê taybet de jiyan dikin û hevkarên wan ên ku bûne amraza pêkanîna armanc û kiryarên dijminê mirovahiyê, ji xewa xwe rabin û destê xwe ji zarok û dibistanên me bikişînin, ji heybera hişbirê hişyar bin, vegerin hebûna xwe û xwedî li nirxên xwe yê çandî, civakî û zimanê xwe derkevin û bi siyaseta şerê taybet re neyên pişaftin."
Meş bi dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me rûmeta me ye" bi dawî bû.