Li hember gefên dewleta tirk bi hezaran milet herikîn qadan
Meclîsa kantona Efrînê meşekê ji bo gefên dewleta tirk a dagirker li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin.
Şehba- Bi dirûşmeya "Na ji bêdengiya dewletên navnetewî li ser Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê re" meclîsa Kantona Efrînê meş ji bo gefên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li ser bajaroka Til Rifatê li dar xistin. meş li bajaroka Til Rifet hate li dar xistin. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û malbatên Şehba û Efrînê amade bûn. Di meşê de gel wêneyên komkojiya Til Rifetê û pankertên bi nivîsa "Erdoxan dixwaze tola DAIŞ'ê rake","Bêdengiya navnetewî me dikoje" û "Gef û êrîşên Erdoxan terora DAIŞ'ê xort dike" hatin hildan.
Meş ji dewara bajaroka Til rifet ta qada bajarokê berdewamkir. Piştî meş bi deqeyeke rêzgirtinê rawestî ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka meclîsa Kantona Efrînê Zelox Bekir axivî : "Coş û heyecana gelê kurd û berxwedana wê radighîne ku cihê dewleta tirk a dagirker nakeve şûna cihên kurdan. Dewleta tirk a dagirker dewleteke faşîste û dagirker e û tu carî coş û heyecana me nikaretêk bibe, ji ber ku gelên ku li Kantona Şehbayê jiyan dikin xwedî îrade ne û dewleta tirk a dagirker nikare vê îradê bişkîne."
Rebîa Weqas jî ku beşdarî meşê bûye helwestên xwe derbarê gefên dewleta tirk a dagirker li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û wiha vegot: "Em dewleta tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin, rojane gefên xwe berdide nav bajaroka Til Rifetê, li herêma Efrînê zarok kuştin û qirkirin dixwaze ev êrîş û hovantiya xwe li Til Rifetê jî dubare bike. Em ji gefên dewleta tirk a dagirker natirsin. Em dixwazin hemû dewlet hovîtiya dewleta tirk a dagirker ber çav re derbas bikin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê me ji Efrînê koçber kirin dixwazin me ji Şehbayê jî koçber bikin , lê tu carî xewin û xeyalên wan em pêk nayin."