Li hember barîkatên polîsan ji jinan bertek: Em dev ji qadan bernadin
Meşa li hemberî betalkirina Peymana Stenbolê li Amedê hat lidarxistin duh ji hêla polîsan ve hate asteng kirin. Jinan diyar kirin ku astengî nikare wan bide sekinandin, jinan peyam da ku ew ê li dijî zilm û zordariyê qadê terk nekin.
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed – Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê bi şîara "Me Peymana Stenbolê li kolanan bi dest xist, em ê li kolanan biparêzin", meşa jinan ji Xaçerêya Cîhanê ya li navçeya Kayapınar a Amedê destpêkirî duh ji hêla polîsan ve hate asteng kirin. Dema ku ji bajarên herêmê jin li hev kombûn û meşiyan rastî astengoya polîsan hatin û 3 saetan di bin dorpêça polîsan de kom hatin hiştin. Jinên ku hatin tevlî meşê bibin lê rastî êrîşa polîsan hatin, bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku divê piştevaniya ku ji wan re tê nîşandan li qadan dewam bike.
"Em ê li dijî zordariyê li vir bin"
Jinên ku me li pişt dorpêçê mîkrofon direjê wan kir diyar kirin ku ew ê li dijî astengiyan qadan neterikînin. Ji jinan Aklime Keskin, der barê pêşîlêgirtina meşa ku dixwestin bikin de wiha got; "Em îro li vir hatine dorpêç kirin. Em îro ji bo mafê jinan hatine vir, ji bo ku bêtir jin neyên kuştin em livir in. Lê ew bi gotina ‘mafê jinan tune ye’ nahêlin em bimeşin. Rojane qetilkirina 3-4 jinan wan aciz nake! Ji bo jin bên qetilkirin, çi tişt nemaye bikin. Em her dem li dijî zilmê li vir in û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Jiyanek bê jin nabe."
"Em ji bo pêşeroja zarokên xwe li vir in"
Jinek din a dibin dorpêça polsan de Arin Zumrut jî da zanîn ku dema mijar dibe jin şert û mercên ji bo kesên din di kongre an civînan de têne peydakirin têne sînorkirin û got ku bi pêkanînên bi vî rengî dixwazin dengên jinan werin qut kirin. Arin Zumrut, destnîşan kir ku astengî nikarin wan rawestînin û wiha dom kir: "Em îro li vir biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê protesto dikin. Ji me re gotin di nav komên 25 kesan de ji hev cuda bisekinin. Ne hewce ji me re mantiqê karê me were gotin. Em dizanin li welêt berhevkirina nêrînek siyasî ya diyar heye. Bêyî ku guh bidin mercên pandemiyê bi hezaran kes dikarin di kongre û civînan de werin ba hev. Lê ew dixwazin pêşî 200-300 jinên li qada vekirî kom birgin. Ger em îro nekarin bimeşin, em ê sibê bimeşin. Em naxwazin mafên li vir bi dest xistine winda bikin. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe li vir in. Em ê van çalakiyan bidomînin heya em dîsa Peymana Stenbolê bidin erê kirin."
"Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin"
Jinek din a binavê Elif Haran, li dijî astengiyên pê re rû bi rû dibin van tiştan got; "Wan bi wesayît û polîsan dor li me girtin. Navê peymana Stenbolê bi mercê ku bêyî vê peymanê bi vekişîna Tirkiyeyê ve ne têkildar be. Kongreya AKP'ê 'lebalep' tije, piştî kongreya derketina li Tirkiyeyê, em dibînin ku hîn zêde dibe. Li vir destûr nayê dayîn çend jin li hev bicivin û ji bo mafên xwe meş bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em heya dawiyê li pişta peyman Stenbolê disekinin. Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin. "
"Hikûmetê li dijî jinan şer îlan kir"
Wekîla HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî got: "Em îro li dijî komkujî û destavêtinên li ser jinan livir in. Her çend em sê saetan li vir in jî, ew nahêlin em bimeşin. Ew me bi keyfî asteng dikin. Lê meşa me ne ji bo berjewendiyek siyasî ye. Em îro li vir civiyan ji bo êdî jin neyên kuştin. Em li vir kom bi kom têne ragirtin, ew jî nahêlin em werin cem hev. Hikûmet îro li dijî jinan şer da destpê kirin. Ew li dijî kuştin û tundiya jinan tenê temaşevan in. Çi dikin bila bikin, em ê li qadan bin û em ê tu carî dev ji kolanan bernedin.”