Li Helepçe projeya vekirina derfetên kar ji bo jinan

Pirojeya geşepêdana hêza jinan bi alikariya rêxistina Terra Tech ji bo jinên Helepçe derfetên kar didin vekirin.

Helepçe - Pirojeya geşepêdana hêza aboriya jinê, yek ji pirojeyên rêxistina PDO bi alîkariya rêxistina Terra Tech ya Elmanî di sala 2020’an de ketiye meryetê ye. Ev piroje taybete ji bo jinên penaber. Niha jî ev piroje li herêma Helepçe ji bo jin bikarin derfetê kar ji xwe re ava bikin û sûdê jê bigrin dikeve meryetê. Pirojeya geşepêdana hêza aboriya jinan beriya niha ji bo beşên cuda hatibû vekirin û niha jî ji bo fêrkirina çêkirina şîrînahî û bûyina xwediyê kar xebat dike. Di derbarê pirojeya derfetê kar avakirinê de Rêvebera Navenda Geşe Haja Ehmed agahî da.
“Armanca me jin fêrî pîşeyan kirine” 
Haja Ehmed diyar kir ku pirojeya wan a li ser destkariya jinan hatî vekirin her diçe berfireh dibe û wiha got: “Jinên dixwazin di nava projeya me de cîh bigirin, despêkê em hevîr û çêkirina şîrîniyan hînî wan dikin û paşê jî cerîbandinan li ser dikin. Li ser curên wana jî semîner ji bo bi başî dest bi rêvebirina kar bikin didin. Di van qursên ku em vekîn de emê bejdervanan fêrî hêza wan bikin û armanca me ewe ku di dahatuyê de fêrî pîşeyan bibin, ji bo dahata xwe û malbata xwe bi dest bixwin. Di dawiyê de emê ji kesên bejdarvan komekê ava bikin ji bo firoşgehên taybet ji bo xwe re vekin. Pirojeya me ji bo jinên temenê wan di navbera 18-45 salî deye. Divê kesê bejdar bibe xwesetaka wan ya di aliyê karkirin yan jî di çêkirina şîrînahiyan de hebe.”