Li Helepçe panela roja jinê di siyasetê de

Li Helepçe panêlek li ser rola jinan di xebatên siyasî û rêxistinên civakî de hat lidarxistin.

 
Helepçe - Rêveberiya Çavdêrî û Geşepêdana Civaka Helepçe bi hemahengiya rêxistina UNDOS û Encumena Bilind a Geşepêdana Jinan panêlek di derbarê bejdariya jinan di siyaset û rêxistinbûna civakî de panelek li darxistin. Di çarçoveya 16 rojên çalakiyên jinan ên cîhanî li hemberî tundutujiyê de panel hat lidarxistin û mijarên giring hatin nirxandin. Di panelê de gelek jinên endamên rêxistinan bejdar bûn û rêvebera Çavdêrî û Geşepêdana Civakî behsa giringiya jinan di rêvebirinê de kir.
“Hewceye roja jinê di xebatên siyasete de zêdetir bê dîtin”
Parêzvana Mafê Mirovan Gulîstan Mehemed di derbarê mijarê de got: “Ev panêle di çarçoveya xebata 16 rojan a pêşîlêgirtina tunditujiya li dijî jinan e. Divê partiyên siyasî giringiyê bi rolê jinan div an xebatan de bidin û din ava xebatên xwe de yeksaniya zayendan çêbikin. Divê jin û mêr di heman demê de di kampanyayan de werin hişyarkirin.”
Parêzer Haja Ehmed jî behsa giringiya mijarên hevsengiya zayendî kir û got: “Sedema vê panelê bi hêzkirina rola jinan dinava xebatên siyasetê de ne. Divê hejmara jinan di îdareyan de were zêde kirin. Hewceye di aliyê hişyarkirinê de alîkariya jinan bê kirin ji bo bikarin daxwaza mafê xwe bikin û vê bi zagonî bikin.”