Li Helepçe ji bo roja cîhanî ya dadperwerî panêlek hat li darxistin
Bi amadebûna çalakvan û rêxistinên civaka sivîl û kes û karên şehîdan li Helepçe di derbarê roja Cîhanê ya dadperwerî de panelek hate li darxistin.
Helepçe- Komeleya qurbaniyên Kîmyabarana Helepçe û navenda geşepêdana çalakiya lawan di derbarê roja Cîhanê ya dadperwerî de panelek ji bo yasanas, Parêzar, çalakvan û kes û karên şehîdan hate li darxistin. Di panelê de behsa wan tewanên ku li beramberî Helepçe hatine kirin û bêdengiya cihanê ya li beramberî vê yekê hate kirin. Di derbarê panelê de parêzer Gulîzar Elî ji ajansa mere axivî.
“Heta niha jî Helepçe weke cînosayt nehatiye nasîn”
Parêzer Gulîzar Elî yek ji bejdarvanên panelê ye di derbarê panelê de wiha got: “Bi boneya roja dadperweriya cîhanê de me panelek li darxistin, di panelê de bi şêweyek giştî me behsa dadperweriyê di aliyê civakî, siyasî, felsefî, zanistî, dadgeha navdewletî û aliyên bi hêz û lewaziya dadgehê kir. Ji ber hertim zilm û zardarî li ser gelê Kurd û Helepçe hatiye kirin. Dema em behsa tewan, dadgeh û dadperweriyê dikin, divê em behsa Helepçe jî bikin ji ber bi gelek şêwazên cûda zilm û zordarî lê hatiye kirin û kêm caran hatiye qerebû(tezmînat) kirin. Pêwîste mafê xelkê Helepçe werin dayin. Me doz li gelek ew kampanyayên ku çekên kimayî firotine hikumeta baas, hêjmara wan 20 kes û 8 kesan kompanyên xwe û 12 yan jî kesên bazirgan û asayî ne. 32 sal li ser kîmyabaran Helepçe re derbaz bû. Heta niha Helepçe weke cînosayt nehatiye nasîn û kompanyayên çekên kîmyayî firotine nehatine sezakirin û hemwelatî ji li seranserî asta cîhanê, Îraqê û Kurdistanê nehatine qerebû kirin.”