Li Helepçe cenazeyê zarokekê hat dîtin

Duh bi şev li Helepçe cenazeyê zarokek di bîra avê ya mizgeftekê de ku di laşê wî de şopên îşkencê heye hat dîtin.

Helepçe – Hat hînbûn ku duh bi şev li taxa Sera ya Helepçe, cenazeyê zarokê bi navê Qadir Sedi yê 9 salî di bîrek avê ya mizgefta heman taxê de hatiye dîtin. Duh êvarî Qadir Sedî wenda dibe û li gorî lêkolînan ew zarok hatiye kuştin û piştre avêtine bîra avê.
Li gorî agahiyan li ser bedena Qadir şopên êşkence jî hebûn û derbarê bûyerê de kesek bi navê A.S yê 25 salî hatiye binçavkirin û lêkolîn hatiye destpêkirin.