Li Helebê pevguhertina dîlgirtiyan rewestiya

Ji ber HTŞ’yê yê cîhadîst red kir ku şervanên YPJ’ê û hin dîlgirtiyên din berde pevguhertina dîlgirtiyan li Helebê rawestiya.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya pêkanîna peyama navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û rêveberiya demkî hatiye îmzekirin, diviyabû her du aliyan îro 285 dîlgirtiyên Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 161 endamên girêdayî rêveberiya demkî weke beşda duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyan berdana.

Lê komîteya erkdar a pêkanîna bendên peymanê ragihand ku, ji ber redkirina rêveberiya demkî ya HTŞ’ê ya cîhadîst berdana şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û binpêkirina bendên peymanê di serî de valakirina girtîgehan, pevguhertina beşa duyemîn a dîlgirtiyan ji aliyê komîteya erkdar hat paşxistin.