Li Helebê pêşengeha wêneyan
Yekitiya hunermendan ya bajarê Helebê pêşangehek wêneyan li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê vekirin.
Heleb- Bi armanca diyarkirina kar û xebatan, yekitiya hunermendan pêşangehek wêneyan vekir. Wêneyên ku ji aliyê endamên yekitiya hunermendan ve hatiye amadekirin di vê pêşangehê de tên pêşkêşkirin. Zêdetirî 70 tabût di vê pêşangehê de hene, ji bilî wê jî armûrên ku ji text û mûrîkan bi destên wan hatine çêkirin di vê pêşangehê de hat pêşkêşkirin. Ev teblo jî ji aliye mamoste û hunermendên ku karê wênexêziyê dikin û cihê xwe di yekitiya hunermendan de digrin hatiye çêkirin. pêşangeh li navenda yekitiya hunermendan a li taxa Şêx Meqsûd Şerqî bi tevlibûna bi dehan endamên sazî, dezgehên sivîl û endamên yekitiya hunermendan hat vekirin.
"Pêşangeh ne tenê li ser mijar an fikrek e dewlemend e"
Der barî vekirina vê pêşangehê de Rêveberiya Yekitiya Hunermendan Yara Hisko di heman deme de jî şêwekarek e û bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûye ji ajansa me re axivî û got: “Em weke Yekitiya Hunermendan ev bû 3 meh me navenda xwe vekiriye, hemû hunermendên taxê di hundirê vê navendê de kom dibin û kar û xebatên xwe di vir de didin meşandin. Em di vê navendê de wênexêziyê dikin. Me biryar da ku beriya sala 2021’ê bi dawî bibe em pêşangehek xwe vekin li ser vî esasî ev bû demek me amadekarî jê re dikir di heman deme de jî encama karê me divê pêşangehê de diyar e. Li ser vî esasî me îro ev pêşengeh vekir jixwe di vê pêşangehê de wê ne ne tenê li ser fikrekê be yan jî li ser mijareke diyar. Dijberî wê pêşangeha me tabloyên rengereng û cur be cur tê de hene. Her hunermendek xwest çi xêz bike û çi fikrên bigihîjîne civakê serbest bû. Di heman demê de jî yên ku di vê pêşangehê de tevli bûne nêzî 15 hunermend bûn ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Xirîstiyan û Ermen in, bi hêvî me pêşangeha me bi bandor be li ser civakê.
"Em pir kêfxweş in ku tabloyên me di vê pêşangehê de hatin pêşkêşkirin"
Her wiha endama yekitiya hunermendan Nisrîn Sebrî ya ku bi tebloyên xwe beşdarî pêşangehê bûye li ser pêşangeh û tabloyên xwe axivî û got: “Em pir kêfxweş in bi vekirina vê pêşangehê, jixwe ez bi du tabloyên xwe beşdarî vê pêşangehê bûm. Tabloyên min yek li ser jinan e yek bi navê giyana jiyanê bi nav kiriye ev tablo û di vê pêşangehê de pêşkêş kiriye. Di heman wextê de jî tabloyeke min li ser folklora Kurdî ye, ev jî naveroka wê ku çiqas şert û mercên jiyanê zehmet be jî hêvî qut nabe. Armanca me ew e ku em fikir û hestên xwe bigihîjînin her mirovê bi riya tabloyên me yên renge reng.