Li Helebê panela jinan a li ser berxwedana li dijî dagirkeriyê

Bi diruşmeya "Li hember dagirkerî û qirkirinê em ê berxwedaniya jinên Efrîn û Şehbayê serbixin" Kongra Star a bajarê Helebê panêlek li dar xist.

Heleb – Di bin diruşmeya "Li hember dagirkerî û qirkirinê em ê berxwedaniya jinên Efrîn û Şehbayê serbixin" Kongra Star a bajarê Helebê panêlek li dar xist. Panêl li hola MSD a taxa Şerqî bi amadebûna jinên kantona Efrîn-Şehba, sazî û rêxistinên jinan, endamên meclis û komînên taxê hat li darxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê tewreya ku behsa planên dewleta tirk û çeteyên wan yên li ser kantona Efrîn-Şehba hat meşandin ji aliyê Endama Koordenesyona Kongra Star Rîhan Elo ve hat xwendin.

Paşê deriyê nîqaşê hat vekirin. Di nîqaşan de jinên Efrînê anîn ziman ku li dijî êrişên dewleta Tirk ewê têkoşîna xwe bi bilindbûnê bidomînin.

Di panelê de biryarên girîng ên mîna xurtkirina xwe parastinê û belgekirina kiryarên dewleta Tirk ên li herêmê dimeşîne hat girtin.

Panel bi dirûşmeyan bi dawî bû.