Li Helebê meşa jinan: Jin Jiyan Azadî li dijî hemu komployan ser dikeve
Bi hezaran jinan li dijî komploya 15’ê Sibatê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî li dijî hemu komployan ser dikeve” li bajarê Helebê meşiyan.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-img-4208-jpgf41eda-image.jpg)
Heleb – Bi pêşengiya Kongra Star bi hezaran jinên ji taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye ya bajarê Helebê li dijî komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin, bi dirûşma dirûşma “Jin Jiyan Azadî li dijî hemu komployan ser dikeve” meşiyan.
Meş ji pêşiya Tevgera Ciwanên şoreşger a ku dikeve taxa Xerbî destpê kir û heyanî çerxeriya Eşrefiyê dewam kir. Di meşê de dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Azadî ji bo Rêberê netewî”, “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.
Li çerxa Eşrefiye Hevseroka Meclisa Giştî a her du taxên Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê Hêvîn Silêman daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de bal li ser têkoşîna li dijî komployê hat kişandin. Jinan pêyama “heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê têkoşîna wan bidome” dan.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.