Li Helebê Gulê Selmo hat bîranîn
Bi boneya salvegera Gulê Selmo Kongreya Star a bajarê Helebê bi çalakiyekê ew bi bîr xist. Di çalakiyê de soza domandina mîrasê têkoşîna Gulê hate dayin.
Heleb- Bi boneya salvegera jina xwedî mîrasê têkoşînê Gulê Selmo ku di 13’ê adara sala 2012’an de ji aliyê rejîma Baas ve hate şehîd xistin. Kongreya Star a bajarê Helebê-Bakur û Rojhilatê Sûriyayê çalakiyeke li çerxereya Gulê Selmo a dikeve taxa Şêx Meqsûd xerbî de li darxistin. Di çalakiyê de bi dehan Endamên Kongreya Star, endamên sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn. Li cihê çalakiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Gulê Selmo û alên kongreya star hatibûn daliqandin.
Dayika Gulê Selmo di 10’ê Adara 2012’an de dema ku li ser erke xwe bû ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve hate hedef girtin. Gulê sê rojan di nexweşxaneyê de li ber xwe da, paşê di 13’ê Adara sala 2012’an jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bîranîna wê Kongreya Star a bajarê Helebê çalakî li dar xist.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê destpêkir, paşê Endama Kongreya Star a bajarê Helebê Leyla Mûrad axivî.
‘Em ê tekoşîna şehîd Gulê dewam bikin’
Leyla bal kişand ser ked û têkoşîna jina têkoşînvan Gulê Selmo û ev tişt got: “Di serî de em hemû şehîdên doza azadiyê bi bîrtînin û bejina xwe li hember wan ditewînin. Jinek di taxa Şex Meqsûd de tüne ye ku Gulê nasnake. Gulê di xebatê xwe de gelek serkeftin bi dest xist û bi şehadeta wê re ev mîras ji me jinan re hişt. Dayika Gulê koletî ser jinan qebûl nedikir, berê hemû jinan dida lêgerîna azadiyê û rastiyê. Bê ferq û cûdahî alîkariya hemû jinan dikir û daxwazên wê yekrêziya jinan bû. Bi bilindkirina berxwedana xwe em ê xeyala şehîd Gulê pêk bînin. Bi rêxistinkirina jinan em ê tola wê rakin.”
Çalaki bi dirûşmeyên“Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.