Li Helebê di qada siyaset û rêveberiyê de tundî hat nîqaşkirin
Rêvberên Meclisa Jinê ya PYD’ê ya bajarê Helebê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi jinên Şêx Meqsudê re civiyan û komcivînek berfireh lidarxistin. Di komcivînê de herî zêde li ser tundiya jin di aliyê siyaset û rêveberiyê de dibîne nîqaş hatin kirin.
Heleb – Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de Desteya Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê bi diruşma "Têbikoşe! Dagirkerî û tûndiyê têk bibe!” komcivînek ji jinên Taxa Şêx Meqsud re çêkir. Komcivîn li hola civînê ya PYD’ê ya Taxa Şêx Meqsuda Şerqî despêkir.
Rêvebera Meclisa Jinê ya bajarê Helebê Cîhan Mihemed bal kişand ser tundiya jin di qada siyasetê de dibîne û wiha domand: “Dema rola jinê di siyasetê de bihêztir dibe zilam hîs dike ku rola wî tune dibe ji ber wê nahêle jin di siyasetê de xwiyayî be û tundiyê li ser dimeşîne. Ger jin ji siyasete dur bimîne civak pêş nakeve. Di tevahî cîhanê de jin di qada siyasetê de rastî zoriyan tê ji ber wê hemjarek kêm jin tevlî xebatên siyaset û rêveberiyê dibe. Li tevahiya cîhanê ji sedî 5,2 rêveberên welatane, ji sedî 6,6 di wezaretan de û ji sedî 24 jî di parlemanan de cîh digirin. Divê jin xwedî biriyarbe heya bikare xwe ji tundiya mêrê serdest rizgar bike. Ya herî giring jî divê di aliyê aboriyê de xwedî bername be û bikare debara xwe bike ji bo hewceyî mêr nebe.”
Rêvebera Meclisa Jinê ya bajarê Helebê Nejla Hemze jî bal kişand ser rola jinê ya demên kevnarede û wiha got: “Di demê berê de rolek berbiçav a jinê hebûye û pîroz hatiye dîtin. Bi derketina deshilatiyê re rola jinê jê hatiye girtin û hewildane jinê bê bandor bihêlin di nava civakê de. Jinên di dîrokê de mîrnîşînî birêvebirine hene, lê ji ber hişmendiya mêrê serdest li ser jiyan û keda wan di pirtûkxaneyan de tiştek nayê dîtin. Ev bê bandorkirina jinê bi demê re vegeriya şidetê û niha jî jin rojane rastî şidetê tên. Ji bor ola jinê di siyasetê de qels bikin, di qada siyasetê de jî tundiyê li jinê dikin.”
Piştî nirxandinên rêveberên Meclisa Jinê beşdaran jî li ser mijarê gotubêj kirin.