Li Helebê çalakiya bi maşîneyan

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Rêxistina Kognreya Star a bajarê Helebê bi maşîneyan çalakiyek li dar xistin.

Heleb - Di çerçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên reng bi reng dewam dikin. Îro jî bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" çalakiya bi maşîneyan hate li dar xistin. Jinên di sazî û dezgehên jinan de cihê xwe digirin beşdarî çalakiyê bûn. Çalakvan di taxê Eşrefiyê ya Helebê dest bi çalakî kirin, heta taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam kir. Her wiha maşîne bi alên Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn xemilandin.

"Vê rojê li dilê jinan de geş bikin"

Têkildarî rêzeçalakiyên 8'ê Adarê Rêveberiya Giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Valentîna Ebdo wiha axivî: "Di serî de em vê rojê li Rêber Apo û li tevahî jinan pîroz dikin. Bi boneya vê rojê me dest bi rêzeçalakiyan kir û îro jî me bi maşîneyan roja xwe pîroz kir. Me maşîneyên xwe bi alên jinan û jin jî xwe bi cil û bergên gelerî xemilandin. Armanca me ji van çalakiyan ewe ku em kelecana vê rojê li dilê tevahî jinan de geş bikin."