Li Helebceye jin berê xwe didin sindoqan

Jinên Helebceyê yên ku dengê xwe didin diyar kirin ku dengdan mafê wan hemûyan e û bi hêviya başbûna rewşa hemwelatiyan dengê xwe didin.

Helebce – Karûbarên dengdanê ya ji bo hilbijartina giştî li herêma Kurdistanê ya dema 6’emîn a parlementoyê dewam dike. Jinên Helebceyê berê xwe didin sindoqan û dengê xwe didin.

Li sînorê herêma Helebceyê 59 hezar û 300 kes xwedî mafê dengdanê ne. 38 hezar û 475 kes li sînorê navenda parêzgeha Helebceyê, 3 hezar û 897 kes li navçeya Biyare, 6 hezar û 908 kes li Sîrwan û li bajarokê Xurmalê jî 10 hezar û 835 kes xwedî mafê dengdanê ne.

Li bazneya Helebceyê 25 xalên dengdanê hatine diyarkirin û jin û hemwelatî diçin ser sindoqan dengê xwe didin.

‘Bi hêviya ku rewş baş bibe ez dengê xwe didim’

Sebîhe Mehmûd a dengê xwe daye wiha got: “Ez her carê dengê xwe didim. Bi hêviya ku desthilatdarî were guhertin. Keça min heye zanîngeh qedandiye nehatiye tayînkirin. Bi hêviya ku rewş baştir bibe ez deng didim.”

Ji derveyî kesên bi temen jinên ciwan jî diçin dengê xwe didin. Jina ciwan Gulistan Mehmûd bi cilên xwe yên Kurdî di hilbijartinê de dengê xwe daye wiha got: “Ez di wê heviyê de me ku hemû ciwan û xwendekar bên dengê xwe bidin, ji ber ku dengdan mafê me ye em di wê baweriyê de ne em ê bi dengê xwe mafên xwe bi dest bixin.”

Di saetê  7.00’ê sibehê de hilbijartinê dest pê kir û hemwelatî diçin dengê xwe didin. Li parêzgeha Helebceyê li gorî agahiyên nûçegihana me heta niha ji sedî 21’ê dengdêran dengê xwe dane.