Li Helebce rojnamevanên jin hatin xelatkirin

Li Helebceyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, 21 rojnamevanên jin ji ber xebat û xizmeta wan hatin xelatkirin.

Navenda Nûçeyan – Îro li Qeymeqamtiya Helebceyê bi boneya 8’ê Adarê di merasîmekê de xelat pêşkêşî 21 jinên rojnameger ên li Helebceyê hatin kirin. Xelat ji aliyê Qeymeqama Helebceyê Nuxşe Nasih ve hatin pêşkêşkirin.

Di derbarê merasîmê de Qeymeqama Helebceyê Nuxşe Nasih ji Rojnews re axivî û got: “Ez 8’ê Adarê li jinên Kurdistan û parêzgeha Helebceyê pîroz dikim. Me îro derfet dît ku xelat pêşkêşî 21 jinên ragihandkar ên Helebceyê bikîn. Daxwazê ji jinan dikim ku hîn zêdetir bi kêrhatinê xwe derkevin pêş û bikarin xizmetê ji Helebce û mirovahiyê re bikin.” 

Di derbarê rêjeya kêmbûna tûndûtijiya li ser jinan a li Helebceyê jî Nuxşe Nasih got: “Kêmbûna rêjeya tûndûtijiya li beramberî jinan peywendî bi çand û perwerdeya ku malbat li ser avabûye ve girêdaye. Di nava civakê de gelek rêz li gotina jinan tê girtin.”

Rojnamevan Govar Bextiyar ku di merasîmê de xelata rêzgirtinê wergirt, got: “Îro roja me jina ye. Ez vê rojê li tevayî hevalên xwe yên jin pîroz dikim ku îro ji ber karkirina me em hatin xelatkirin. Hêvîdar im ev xelat bibe wesîleya zemînek hîn berfirehtir ji bo jinan daku bikarin zêdetir di navendên îdarî û siyasî yên bajêr de karkin.”