Li Heleb û Şengalê Bêrîtan Hêvî hat bîranîn

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîdiya Jinên Ciwanên Êzidî jinên Şengalê bi wesîleya bîranîna Bêrîtan Hêvî meşiyan. Li Helebê jî bi semînerekê Bêrîtan Hêvî hat bîranîn.

Şengal– Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîdiya Jinên Ciwanên Êzidî jinên Şengalê bi boneya bîranîna Gulnaz Karataş binasnav Bêrîtan Hêvî meşiyan. Piştî meşê Endama Yekitiya Ciwanên Êzidî Besê Xidir daxuyanî xwend û li ser navê TAJÊ Riham Hico axivî. Li Helebê jî bi heman wesîleyê ji bo bîranîna Bêrîtan Hêvî seminer hat dayîn û sîneviziyona li ser jiyan û têkoşîna wê hatî amadekirin hat nîşandan.
Besê Xidir li ser navê ciwanan daxuyanî xwend û got: “Em weke Yekitiya Jinên Ciwan yên Êzidî û weke Yekitiya Ciwanên Êzidî  em dibêjin bi girtin û tecrîda li ser Serok hun nikarin tevgera Azadiyê, civak û kesayetên ku xwe dibin sîwana fikrê Rêber Apo de rêxistin kirî tune bikin. Hun nikarin bi çekên kimyawî û êrişên xwe yên li her deverê me tune bikin. Li beramberî her êriş û hewildana wan ya tune kirina me emê ji bo azadiya Rêberê xwe bêhêtir têkoşîn bikin ji ber Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”  
Li ser navê Koordinasyona TAJÊ Rîham Hico jî got: “Her ku diçe tecrîdê li ser Rêber Apo giran dikin, em hêzên kompiloger şermezar dikin. Em weke jinên Êzidî weke civaka Êzdî heya dawiyê emê tekoşîn bikin ji bo azadiya Rêber Apo û tevahî gelan. Sekna niha derdikeve îrade û hêza gel a ku derdikeve bi saya Rêber Apo û şehîdên me ne. Bêritan bersiva li dijî xiyanet karaye. Wê li dijî xeta pêşmergeyên xiyanetkar heya guleya dawiyê berxweda û ji bo nekeve destê wan xwe ji zinaran avêt. Em jî heya dawiyê xwedî li rêya şehîdan derkevin û xeyalên wan pêkbînin.”
Zahîde Sebrî jî armanca xwe ya beşdarbûna meşê bivan gotinana pênase kir: “Em tecrîda li ser Rêberê xwe tu car qebûlnakin, ji ber Rêber Apo weke civaka Êzidî ji bo tevahî civakan xwedî giringîyeke mezine. Em bang dikin ku tevahî kesên azadî xwaz ji bo Rêber Apo rabin ser piyan û azadiya Rêber Apo misoger bikin.”
Ciwana bi navê Cihan Şengal jî got: “Heval Bêritan ji bo me tevan tekoşîn kir û ji bo nekeve destê ixanetkaran xwe ji zinaran de avêt. Em jî şagirtên wê ne.”
Endama Tevera Azadiya Jinên Êzidî Emîna Xidir jî got: “Em tecrida Rêber Apo şermezar dikin û emê  heya dawî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bikin.”
Jinên Helebê Bêrîtan Hêvî bi bîranî
Kongra Star a bajarê Helebê li gundê Pino yê girêdayî taxa Şêx Meqsûd ji bo bîranîna Bêrîtan Hêvî seminer da. Smîner ji aliyê rêveberiya Kongra Star a bajarê Helebê Hîra Qamişlo ve hate dayîn. Hîra got: “Bêrîtan nîşanda ku tu carî xeta îxanetê li hember berxwedanê bi ser nakeve. Bêrîtan xwe li ser felsefeya jina azad perwerde kir û bi wê felsefê bi bîr û bawer bû. Ji ber wê bi qasî jiyana wê çalakiya wê jî bibandor bû û cesaret da jinan. Emê bi xebatên xwe zêdetir rastiya jiyana azad pêk bînin. Kesên ku xiyanetê li me dike cihê wan di nava kurdan de nîne.”
Piştî axaftinan sînevizyona li ser jiyan û têkoşîna Bêrîtan Hêvî hat nîşandan.
Semîner bi dirûşma “Şehîd namirin”bi dawî bû.