Li Hawaiyê di şewata daristanan de hejmara miriyan bû 89

Li eyaleta Hawaiyê ya DAY’yê ji ber şewata daristanan hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 89 kes, tenê nasnameya 2 kesan hatiye tesbîtkirin.

Navenda Nûçeyan- Rayedarên Eyaleta Hawaiyê ya DYA’yê der barê şewata daristanan de daxuyaniya çapemeniyê da. Der barê rewşa şewata darsitanan a li Gireva Mezin û Gireva Mauiyê berdewam dike de waliyê Hawaii Josh Green wiha got: “Niha hûn hemû meraq dikin li vê derê çi diqewime. Gelek kes mirin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 89.”

Dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe

Josh Green da zanîn ku li bendê ne hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bibe û wiha got. “Ev felaketa herî mezin a Hawaiyê ye.”

Ji 89 kesan tenê nasnameya 2 kesan hat tesbîtkirin

Şefe polîsên Maui John Pelletier diyar kir ku ji 89 kesên ku jiyana xwe ji dest dane tenê nasnameyê 2 kesan hatiye tesbîtkirin. Kar û xebatên rizgariyê bi lez tên kirin û got: “Lê belê heta niha li herêma şewatê ji sedî 3 deran me lêgerin kiriye.”

Di 100 salên dawî de şewata herî mezin

Rayedarê agirkujiyê Lorî Moore-Merrella destnîşan kir ku windahiyên canî li Hawaiyê di sala 2018’an de li Calîforniayê 85 di şewata daristanan de jiyana xwe ji dest dane. Lorî Moore-Merrell got: “Şewata li Hawaiyê, li DYA’yê di nava 100 salan de ya herî mezin e.” 

Mudûrê wezareta gihandina Hawaiyê Ed Sniffen ragihandibû ku zêdetirî 11 hezar kes li Maui bi balafirê hatin tehliyekirin. Li gireva Maui ji ber şewatê serokê DYA’yê Joe Biden herêma felekatê îlan kir. Ragihand ku yên ji şewatê bandor bûne wê ziyanên wan telafî bikin.