Li Hatayê Ercan Y. hevjîna xwe bi îşkencê qetil kir

Li Hatayê mêrê bi navê Ercan Y. li ber çavê çar zarokên xwe dayika wan Şule Yildirim bi îşkencê qetil kir.

Navenda Nûçeyan - Li Taxa Ozerlî ya navçeya Dortyola bajarê Hatayê yê Turkiyê mêrê binavê Ercan Y. hevjîna xwe Şûle Yildirim a 38 salî bi îşkenceyê qetil kir. Hat zanîn ku qatîl Ercan Y. li pêş çavên çar zarokên xwe dayika wan îşkence kiriye heta di nava destên wî de jiyana xwe ji dest daye. Cîranên ku li ser qêrîna zarokên bûn şahidên bûyera qetilkirina dayika xwe, hatin malê, nehiştin Ercan Y. bireve heta agahî da peyîwendîdaran. Li ser agahiya cîranan tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ercan Y. ê ku cîranên wan nehişt bireve hat binçavkirin.