Li Hatayê du erdhej çêbûn
Li navçeya Samandagi ya Hatayê bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Piştî erdheja ewil, bi pişeya 5,8'an erdhejeke din çêbû. Piştî erdhejan îşaret bi tsûnamiyê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Samandagi û Defne ya Hatayê saet li dor 20.05'an bi pileya 6,4'an û 5,8’an du erdhej çêbûye. Erdheja ku çêbû, li Amed, Edene û gelek bajarên din hat hîskirin. Her wiha hat diyarkirin ku erdhej li Sûriye, Misir û Lubnanê jî hatiye hîskirin.
Piştî erdhejê li gelek bajaran welatî derketin derve.
Ji peravê dûr bisekinin
Piştî erdhejan Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behraspî (EMSC), îşaret bi tsûnamiyê kir. EMSC diyar kir ku dê erhdej bidomin û ji bo Hatayê îşaret bi tsûnamiyê kir. ESMC'ê xwest her kes ji peravê dûr bisekine û wiha bang kir: "Guh li dîrektîfan bikin."