Li Hatayê bahoz: Bajarên konteynir di bin avê de man

Li Hatayê ji ber barana zêde û bahozê bajarên konteyniran ku mexdûrên erdhejê dimînin, di bin avê de man.

Navenda Nûçeyan- Barana zêde û bahoza ku di saetên êvarê de li navçeyên navendên Defne û Antakya ya Hatayê dest pê kir, bandorek neyînî li jiyanê kir. Serbana kafeyek a li bajarê konteyniran a li Taxa Orhanliya ya girêdayî navçeya Defne, firiya û zirar da konteyniran.

Ji ber barana zêde li hin bajarên konteyniran ku mexdûrên erdhejê dimînin, di bin avê de man. Li Bazara Dirêj a Dîrokî ya Antakyayê jî ji ber barana zêde golên mezin ên avê çêbûn. Ji bo valakirina vê xebat hatin destpêkirin. Barana zêde û bahoz dem bi dem bandora xwe didomîne.