Li gundewarê Dêrazorê di encamê teqîna mayînê de 3 zarok jiyana xwe ji dest da

Mayînên li herêmên cuda yên Sûriyeyê, dibe sedema mirina sivîlan. Herî dawî di teqîna mayînekî ya li gundewarê Dêrazorê de 3 zarok û jinek di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Îro li herêma Feyda Bin Miwêni ya gundewarên Dêrazorê ya Sûriyeyê mayînek teqiya û di encamê de 3 zarok û jinek di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Ji ber ku rêxistinên rayedar, erkên xwe pêk naynîn, mayînên ku ji aliyê DAIŞ’ê û rejîma berê ve hatine danîn, gef li jiyana sivîlên li herêmên cuda yên Sûriyeyê dixwe.

Bûyera ku 3 zarok û jinek di nav de 8 kes jiyana xwe ji dest dan, nîşan dide ku xetera ji ber mayîn û bermahiyên şer a li deverên mezin ên welat, gef li sivîlan dixwe.

Di salên dawî de mayînan bûn sedema mirina bi sedan sivîlan, birîndarbûna bi hezaran kesan û seqetiyên mayînde.