Li gundên Adenê li dijî şîdeta li ser jinan xebatên hişyarkirinê

Seroka Daîreya Jin û Zarokan a Sekreteriya Giştî ya Serokatiya Meclisa Derbasbûna Başûr Ishtiaq Mohammad Saad ku li gundên bajarê Adenê yê Yemenê çalakiyên hişyariyê li dijî şîdeta li ser jinan li dar dixe wiha dibêje: "Ez bawer dikim ku bi têkoşîna hevpar re şîdeta li dijî jinan dê bi dawî bibe.."

NOOR SURİB

Yemen – Sekreteriya Giştî ya Serokatiya Meclisa Konseya Derbasbûna Başûr a Daîreya Jin û Zarokan, li bajarê Adenê ya Yemenê ji bo jinan xebata konferansek meşand. Seroka Daîreya Jin û Zarokan a Sekreteriya Giştî ya Serokatiya Meclisa Derbasbûna Başûr Ishtiaq Mohammad Saad a ku têkildarî xebatên sekreteriyê yên di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê ya dê 16 roj bidomin de ji ajansa me re axivî, têkildarî hişyarî û piştgiriya derûnî ku hewl didin biafirînin de agahî da.
“Piştgiriya derûnî girîng e”
Serokatiya Meclisa Konseya Derbasbûna Başûr ku li ser tundiya li ser jin û zarokan çalakiyên hişyarkirinê organîze dike, diyar kir ku armanca wan hişyarkirin û agahdarkirina şîdetê ye. Iştiaq Mohammad Saad, anî ziman ku jin ji ber rola zayendiya civakî hê jî ji bo danasîna şîdeta ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz dibinîn, tengasiyan dijîn û bal kişand ser girîngiya piştgiriya derûnî ya piştî tesbîtê.
“Jin nikarin pênaseya şîdetê bikin” 
Iştiaq Mohammad Saad bal kişand ku komxebata konferansek ji bo jinan li Adenê ye, tundiya li ser jinan û pênaseya wê û piştgiriya derûnî û bilindkirina hişmendiya li ser zayenda civakî vedihewîne û wiha got: “Bi taybetî jinên ku li gundewarên Adenê dijîn nikarin di jiyana xwe ya taybet û di nava malê de pênaseya şîdetê bikin. Ew bi xwezayî tê. Ji bo ku jin şîdeta nava malê wekî şîdetê pênase bike divê beriya her tiştî hişmendiya wê bê dayîn ku zanibin ev şîdet e.”
“Dê çalakiyên me bidomin” 
Ishiaq Mohammad Saad dibêje ku ew ji zemîna hişyariyê ya ku di dema xebatên hişyarkirina şîdetê de hat afirandin kêfxweş in lê dihizirîn ku kêm mane û wiha got: " Weke jin me hîs kir ku em gihîştine armancên xwe da em xwe bigihîjînin jinên li gundan dûrî derfetan dijîn. Dê çalakiyên me bidomin û bi çalakiyên hişyarkirinê re sînordar nemînin.”
“Şîdet dê bi têkoşînê bi dawî bibe” 
Iştiaq Mohammed Saad bi van gotinan hest û ramanên xwe tîne ziman: “Ez dixwazim pêşeroj ji bo jinên Adenê û hemû jinên cîhanê hin baştir be. Em hêvî dikin ku di demeke herî nêz de tundiya li ser jinan bi dawî bibe û ji bo vê jî bênavber em dixebitin. Em hêvîdar in jin zêdetir trajediyên ji ber şîdetê nejîn. Ez di wê baweriyê de me ku bi têkoşîna bi hev re dê şîdeta li ser jinan bi dawî bibe.