Lêkolîn: Dibe ku hejmara miriyên li Xezayê ji daneyên heyî zêdetir be
Lêkolîneke ku di Kovara The Lancet de hat weşandin, nîşan dide ku li Xezaya 15 meh in di bin êrîşên Îsraîlê de ye, hejmara miriyan ji daneyên Wezareta Tendirustiyê dibe ku zêdetir bin.
Navenda Nûçeyan- Lêkolîneke ku têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li Zîvala Xezayê de, hatiye kirin de nîşan dide ku hejmara miriyan dibe ku ji 41 hezarî zêdetir be.
Rêbaza ‘Girtin-ji nûve girtin’ hat bikaranîn
Analîza daneyan a ku di kovara The Lancet de hat weşandin, ji aliyê akademîsyenên Dibistana Tibê ya Tropîk û Hîjyen a Londrayê, Zanîngeha Yaleyê û saziyên din ve hat amadekirin. Di analîza ku navê “girtin-ji nûve girtin” û rêbaza daneyek hatiye bikaranîn de, behsa kesên ku li Zîvala Xezayê ji Cotmeha 2023’yan heta Hezîrana 2024'an di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane hatiye kirin.
Di 9 mehan de 64 hezar û 260 kes mirin
Lêkolîneran diyar kirin ku di neh mehan de ji ber birîdariya travmatîk, 64 hezar û 260 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev dane ji sedî 41 yek ji daneyên ku Wezareta Tendirustiyê Filistînê dida zêdetir in. Li gorî lêkolînê, ji sedî 59 kesên jiyana xwe ji dest dane jin, zarok û kesên ji 65 salan mezintir bûne. Li gorî daxuyaniya dawî ya rayedarên tendirustiyê yên Filistînê, di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha li Zîvala Xezayê didomin de, nêzî 17 hezar û 841 jê zarok, 12 hezar û 298 jê jin 46 hezar û 6 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dane, 109 hezar û 378 kes jî birîndar bûne.
Kesên di bin xirbeyan de neketin daneyan
Di nûçe û raporên ku ji Zîvala Xezayê di çapemeniyê de derketine, tê diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê de bi hezaran kesên ku di bin xirbeyan de mane tevli daneyan nehatine kirin. Lêkolîneran ji bo valahiyên wiha dagirin, ji herêmên weke Kosova û Sûdanê û herêmên bi pevçûn rêbaza ku dema li ser hejmara miriyan nirxandin hatiye kirin bi kar anîn.
Ji du çavkaniyên serbixwe sûd hat girtin
Lêkolînerên ku herî kêm ji du çavkaniyên serbixwe sûdê girtin, lîsteyan kontrol kirin ka kesên hatine qetilkirin navê wan hatiye dubarekirin yan na. Di navbera lîsteyan de ji ber ku valahî hebûn, diyar bû ku hejmara miriyên ku nehatine qeydkirin zêdetir in. Vê agahiyê jî dûre ji bo ku hemara miriyan were hesabkirin dihat bikaranîn. Lêkolîneran, ji bo hejmara miriyên li Xezayê hesab bikin, daneyên fermî yên wezaretê eşkere kiriye, yên ku wezaretê li Filistîniyên li Xezayê û li derveyî Xezayê dijîn belav kiriye. Ji wan wan kesan hejmara nasnameyê, nav, temenê mirinê, zayend, cihê mirinê û çavkaniya nûçeyê hatiye pirsîn û bi anketên zindî û îlanên mirinê yên di medayayê de sûd hatiye girtin.