Li gorî kovara El Qaîdeyê, peyamên femînîst bi jehr û zirar in!
Kovareke girêdayî El-Qaîdeyê ku rola ‘dayikê’ li ser jinan ferz kir, peyamên femînîst bi jehr û zirar dît. Lêkolînera Zanîngeha Oxfordê Dr. Elisabeth Kendall got ku El Qaîde ji jinan ditirse.
Navenda Nûçeyan - Li gorî nûçeya rojnameya Sunday Times a Londonê, kovareke girêdayî rêxistina terorîst a El-Qaîdeyê ji bo jinan ev hevok nivîsandine; “Nabe ew jinên nûjen bi hêz û serbixwe bin” “li malê serwer hevjînên wan in loma nabe ku rûnin û li kêfa xwe binêrin.”
Peyamên femînîzmê bi zirar in!
Rojnameya Sunday Times diyar dike ku ev gotin di hejmara dawî ya kovara Îbnatû'l-Îslam de bi erebî tê wateya "Keça Îslamê" ji bo jinan hatine parvekirin. Nivîskara jin a ku di gotarê de nasnav bi kar tîne ji xwendevanan re wiha dibêje: "Jin dibêjin divê em detox çêbikin. Peyamên bi jehr û zirardar ên ku em ji hêla femînîzmê ve hatine dayîn divê ji bîr bikin."
Li ser jinan ferzkirina ‘dayiktiyê’
Nivîskara ku li ser jiyana xebatê ya jinan nivîsiye, gotiye ku divê jin “ne koleyên şîrketan” bixwazin bibin “hevjîn” û “dayik” û hevokên li gorî zîhniyeta mêr bi kar anîn. Pisporek terorîzmê ku ji Sunday Times re daxuyanî da got ku El-Qaîde û tundrewên din, ji ber zêdebûna hejmara jinên ku red dikin wekî kesên kêm werin hesibandin, xwe di xeterê de hîs dikin loma hevokên bi vî rengî dinivîsînin.
“Ew ditirsin”
Lêkolînera payebilind a Zanîngeha Oxfordê Dr. Elisabeth Kendall ku li ser propagandaya cîhadî xebatê dimeşîne got; "Ez difikirim ku ew bi rastî ji zêdebûna van ramanan ditirsin loma wiha dinivîsînin."
Werger: JINHA