Li gorî DFG’ê meha sibatê li Tirkiyê 6 rojnameger hatine binçavkirin
Li gorî rapora Komeleya DFG’ê ya meha sibatê li Tirkiyê 6 rojnameger hatine binçavkirin û li 6 rojnamegeran jî 26 sal ceza hatiye birîn.
Navenda Nûçeyan - Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binpêkirina mafê rojnamevanan li Tirkiyê rapora xwe ya meha sibatê aşkere kir. Di raporê de hat dîtin ku zextên li ser rojnamevanan bênavber berdewam dikin û hema bêje rojek ku rojnamevan neyên binçavkirin û neyên girtin tune. Di derbarê wan de lêpirsîn dest pê neke û doz venebe, ceza li wan neyê birîn, sîxurî li wan neyê ferzkirin û bi gef û êrişan re rûbirû nemînin nîne.
DFG’ê diyar kir ku di meha sibatê de 6 rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin û li 6 rojnamevanan jî 26 sal ceza hatiye birîn.