Li gorî daneyên fermî di erdhejê de 45 hezar û 968 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hejmara kesên di erdheja 6’ê Sibatê ya ku li navend Mereşê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 45 hezar û 968’an.
Navenda Nûçeyan- Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di civîna çapemeniyê ya duh bi şev li Navenda Koordînasyona AFAD’ê ya Parêzgeha Hatayê de bîlançoya herî dawî ya erdhejên ku navenda wê Mereşê ye eşkere kir. Li gor daxuyaniya Soylu hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 45 hezar û 968’an. Hat tomarkirin ku 4 hezar û 267 kesên jiyana xwe ji dest dane ji Sûrî ne.
Bîlançoya rastîn çend qatê hêjmarên fermî ye
Di dema ku hêjmarên fermî bi vî rengî tên ragihandin, welatiyên 10 parêzgehên ku ji ber erdhejê hilweşanek mezin dîtine, dibêjin ku xizmên wan ji roja destpêkê ve di bin kavilan de mane û nehatine rizgarkirin. Hat diyarkirin ku li 10 parêzgehên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê 2 roj dereng dest pê kirin û zû bi dawî bûn û veguherî xebatên rakirina kavilan, bi hezaran cenazeyên mirovan di bin xirbeyan de mane. Welatî û gelek pispor dibêjin ku hejmarên fermî bi tevahî rastiyê nîşan nadin û bîlançoya rastî çend qatê van hêjmarane.