Li gorî anketê di pêvajoya erdhejê de hikumet têk çûye

Li gorî navenda lêkolînên Sosyo Polîtîk di pêvajoya erdhejê de li bajarên hilweşiyayî lêkolînên ku li 22 bajaran hatine kirin, piraniya kesên ku beşdar bûne desthilatdariyê kêm û ne serkeftî dîtine.

Navenda Nûçeyan-  Li gorî navenda lêkolînên Sosyo Polîtîk erdheja li Tirkiyeyê, ji bo were dîtin ku ka çiqas jê agahdar e, herî dawî ya navenda wê Mereşê jî di nav de ji bo perweredeyek hişmendî bide saziyan û ji bo pêwîstiyan bi bi cih bîne xebatek lêkolînê hatiye kirin.

Di xebata di navbera 22’ê Sibatê- 6’ê Adarê de li bajarên  Adana, Semsûr, Ankara, Êlih, Çewlig, Bursa, Dêrsim, Amed, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Qers, Kilîs, Kocaelî, Meletî, Mêrdîn, Osmaniye, Sêrt, Riha û Wanê de hezar û 594 kes beşdar bûn. 10 bajarên ku ji erdhejê bi bandor bûne bi giştî li 22 bajaran komên ku beşdarî lapirsînê bûne forma pirsan ji 4 beşan pêk tê bersivandin.

Muxalefeta hevgirtina di erdhejê de û ji STK’yan zêdetir hat dîtin

Di rapora encamê de ev tişt hatin gotin: “Gelek kêm avahiyên ku hemwelatî di wan de dijîn ji erdehjê re amade ne. Tê îfadekirin ku piştî erdheja 6’ê Sibatê navenda wê Mereş kontrolkirina avahiyan hatiye kirin û hemwelatiyan amadekariya ji bo erdhejê gelek kêm dîtine ji bo vê yekê derbas bikin AFET û wezareta rêvebriya krîzê daxwazên avakirinê xistin pêş, bi erdheja her dawî re hevgirtina partiyên muxalefetê û saziyên civaka sivil gelek zêdetir hat dîtin. Piraniya rêveberina pêvajoyê û eleqeya desthilatdariyê kêm û ne serkeftî hat dîtin.”

Komên ku beşdarî anketê bûne ji sedî 55 mêr û ji sedî 45 jî jin in, ji sedî 0.5’ê wê jî LGBTÎQ+ ne. Bersiva pirsa ku hun saxlemiya avahiyan difikirin ji sedî 11,5 gelek saxlem, ji sedî 37,5 kêmek saxlem, ji sedan 28,8 ez ne bawerim, ji sedî 8,4 qet ne saxlemin, ji sedî 0,4 hilweşiyane û ji sedî 13,5 ez nizanin dan.

Ji sedî 71,2 ji erdhejê re ne amadene

Bi vê ve girêdayî kesên ku beşdarî anketê bûne ji sedî 65,2 ji bo saxlemiya avahiyan were tespîtkirin hatine kontrolkirin, ji sedî 34,8 gotin tu avahî nehatine kontrolkirin. Ji sedî 91,3 gotin avahî hatine kontrolkirin, piştî erdheja ku nevenda wê Mereş e hatine kontrolkirin. Ji sedî 71,2 diyar kirin ku ji erdhejê re amade ne, ji sedî 66,5 bi tu awayî plana rû birûbûna karesatê nîn e. Ji sedî 9,8 dibêjin ji erdhejê re amade ne.

Ji sedî 71,4 dibêjin tu perwerdeya erdhejê nedîtine, ji seda 34,9’ê gotin di dema erdhejê de nizanin çibikin. Ji sedan 47 kêmekê dizanin êibikin, ji sedan 76,3 gotin em dizanin di dema erdhejê de rêbaza xweparatinê ya bi awayê sê goşe dizanin.

Piştî erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê Merş hat pirskirin ku ka piştî erdhejê çi kirine? Bersîva ji sedan 26,9 berê xwe de acihê li avahî neyî, ji sedan 24,3 ji derveyî avahiyan sekinin, ji sedan 22,2 di nava erebeyê debûn, ji sedan 15,4 jê çûn gund dan.

Rêjeya yên ku konteynir û kon dîtine ji sedî 2 ye

Heman komê ji sedî 25,2 gotin di geftiya yekem de me jiyan kir, ji sedan 22,3 li gund, ji sedan 13,8 çun cmalên mirovên xwe, ji sedan 12 di erebeyan de heftiyek derbaz kirin. Rêjeya hêjmarên ku konteynir û kon ditine û têde jiyan kirine bi giştî ji sedan 2 ye.

Her wiha pirsa ku AFAD girêdayî wezîrê hindir û saziyên Kizilay piştî erdhejê mudexeleya wan çawa ditin de ji sedan 73,7 gelek xirab, ji sedan 17,4 xirab, bersîv dan. Bi vê ve girêdayî ji seda 1,4 gelek baş, ji sedan 3 baş û ji sedan 4,4 jî nizanim bersîv dan.

Piranî hevgirtina saziyên civaka sivîl (STK) baş dîtin

Pursa ku piştî erdhejê hevgirtina saziyên civaka sivil hun çawa dinirxînin? Ji sedan 46,4 gelek baî, ji seda 41,3 baş bersîv dan. Piranî hevgirtina saziyên civaka sivîl (STK) baş dîtin.

Ji sedî 94,4’an diyar kirin ku xebatên rizgarkirinê di demên xwe de nehatine destpêkirin

Ji sedan 94,4 xebatên lêgerîn û rizgariyê did emê xwe de nehat destpêkirin, pirsa ku çima hun difikirin di demê xwe de destpê nekiriye? Di nava gelek bersîvan de me cih da van 6 bersîvan. Ji sedan 22,9 ji ber pilan di mudexeleya rewşa awarte de nebû, ji sedan 15,5 e serkeftina hikumetê, ji sedan 12,7 kêmaniya timên mudexeleya rewşa awarte, ji sedan 10,8 bê kordînasyonî, ji sedan 10 jî bêr ê xemiya saziyan.

Ji sedî 92,6 hevgirtina AKP û MHP’ê xirab dîtin

Di derbarê pirsa di dema erdhejê de hevgirtina partiye siyasî çawa dibinin? Ewleqe û hegirtina AKP’ê ji sedan 6,2 baî, ji sedan 92,6 xirab bersîv dan. Eleqe û hevgirtina CHP’ê ji sedan 72,8 baş ji sedan 25,3 xirab bersîv dan. Eleqe û hevgirtina HDP’ê ji sedan 87,2 baş, ji sedan 10,9 xirab dîtin. Eleqe û hevgirtina MHP’ê ji sedan 2,4 baş, ji sedan 96,6 xirab bersîv dan. Eleqe û hevgirtina  ÎYÎ Partî ji sedan 28,5 baş, ji sedan 66 xirab bersîv dan. Eleqe û hevgirtina TÎP ji sedan 80,9 baş, ji sedan 16,6 xirab dîtin.

Li gorî wê di erdhejeke ji nişkave ji bo amadekariyên tiştên ku destpêkê werin kirin çi ne? Ev bersiv hat dayîn:

Ji sedî 71,3 divê avahî werin kontrolkirin

Ji sedî 12,2 divê wezareta karesat û krîzê were avakirin,

Ji sedî 6,1 der barê erdhejê de çi were kirin perwerde were dayîn

Ji sedî 4,3 divê saziyên ku xebatên lêgerîn û rizgariyê bigrin ser xwe werin avakirin.