Li gora encamên YSK Erdogan bû serokkomar

YSK li gora rêjeya ji sedan 99,43’ê vekirina sindoqan ragihand ku namzetê Tîfaqa Cumhur Receb Tayîp Erdogan weke serokkomar hatiye hilbijartin.

Enqere – Serokê YSK'ê Ahmet Yener têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî da û diyarkir ku li welat û ji derveyî welat di encama giştî ya dengan de ji 197 hezar 871 sindoqan, 196 hezar 744  hatin vekirin û rêjeya vekirina sindoqan ji sedan 99,43 ye.

Serokê YSK da zanîn ku li gor encamên heyî Tayyîp Erdogan ji sedî 52.14 û Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47.86'ê deng girtine. Di vê rewşê de Tayyîp Erdogan 27 milyon 513 hezar 587, Kemal Kilicdaroglu jî 25 milyon 260 hezar 199 deng girtiye.

Ahmet Yener, li gor encamên heyî Erdogan wekî serokkomar îlan kir.