Li girtiyan îşkence hat kirin

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, bal kişand ser îşkence û pêkanînên xerab ên li girtîgehên herêmên erdhejê û xwest der barê berpirsyaran de lêpirsîn bê destpêkirin.

Enqere- Komeleya Mafên Mirovan, rapora çavdêriyê ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li herêmên erdhejê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyanî li Navenda Giştî ya ÎHD’ê hate dayîn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen tevlî civînê bûn. 

‘Agahiyên îdiayên îşkence û muameleya xerab gihîştin me’

Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de got ku êşa erdhejê hê nû ye û wiha got: “Weke ÎHD’ê em gelek caran çûn herêmên erdhejê. Hevalên me çûn serdana girtiyên ji ber erdhejê hatine sewqkirin. Me bang li Wezareta Dadê kir ku têkildarî mijarê raya giştî agahdar bike û bi malbatên girtiyan re hevdîtinê bike. Di vê pêvajoyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 12 girtî jî birîndar bûn. Her wiha gelek îdiayên îşkence û muameleya xerab gihîştin me.” 

‘Girtî rastî îşkence û muameleya xerab hatin’

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî da zanîn ku gelek girtî sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 250 girtî sewqî girtîgehên cuda hatine kirin. Di dema sewqkirinê de gelek pirsgirêk derketin. Girtî rastî îşkence û muameleya xerab hatin. Îşkence û muameleya xerab li 41 girtiyan hat kirin. Dema girtî cara ewil ketin Girtîgeha Tîpa S a Kavaka Samsunê, lêgerîna tazî li ser wan hat ferzkirin. Agahî gihîşt me ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hatine derbkirin û 2 girtî sewqî Girtîgeha Tokatê hatine kirin.”

‘Divê demildest tedbîrên jiyanî bên girtin’

Nûray Çevîrmen destnîşan kir ku ji ber erdhejê gelek girtî pirsgirêkên psîkolojîk dijîn û wiha domand: “Divê piştgiriya psîko-sosyal bidin girtiyan. Malbatên girtiyan ji ber erdhejê pirsgirêkên madî dijîn û roj bi roj xizantir dibin. Divê girtiyên ku malbatên wan li herêmên erdhejê dijîn û bandor li wan bûye, weke mexdûrên erdhejê bên hesibandin. Di vê çarçoveyê de hemû pêdiviyên wan bên pêşwazîkirin. Li gorî agahiyên li ber destên me, li girtîgehên Meletî, Mereş û Hatayê mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin û îşkence û muameleya xerab li wan tê kirin. Rêveberiyên girtîgehan neçar in mafê jiyanê yê girtiyan biparêzin. Di rêziknameya 29’ê adara 2020’an de hat destnîşankirin ku erdhej pirsgirêkeke ewlehiya hundirîn e. Lê erdhej ne pirsgirêkeke ewlehiyê karesateke xwezayî ye ku divê li dijî wê tevdîr bên girtin.”

‘Divê sepana lêgerîna nava dev jî tavilê bê bidawîkirin’

Nûray Çevîrmen bal kişand ser Xala 17’emîn a Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî û ev tişt anî ziman: “Divê mafê jiyanê yê girtiyên li herêmên erdhejê teqez bê parastin. Divê der heqê kesên berpirsyariya wan di van mirin û birîndarbûnan de heye jî lêpirsîn were destpêkirin û ev pêvajo bi zelalî bê meşandin. Her wiha divê der heqê rayedarên girtîgehên ku girtî lê hatine sewqkirin û li wir rastî îşkence û muameleya xerab hatin de jî lêpirsîn were destpêkirin. Divê sepana xistina girtiyan li odeyên yekkesî ya li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û Girtîgehên Tîpa S tavilê bê bidawîkirin. Di pêvajoya erdhejê de girtî bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû mane. Li girtîgehên nû hatine vekirin pirsgirêka revîrê didome û mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Di heman demê de divê sepana lêgerîna nava dev jî tavilê bê bidawîkirin.

‘Hemû malzemeyên hîjyenê yên jinên girtî nehatine bicihanîn’

Di berdewamiya axaftina xwe de Nûray Çevîrmen bal kişand ser rewşa zarokên girtî û wiha bi dawî kir: “Divê zarokên girtî neyên darizandin û tavilê bên berdan. Her wiha divê jinên ku tevî zarokên xwe di girtîgehê de tên ragirtin, di çarçoveya tedbîran de bên berdan. Her wiha bila înfaza jinên girtî yên ku zarokên wan ji erdhejê bi bandor bûne û pirsgirêka cihê kê mayînê dijîn, bê taloqkirin. Hewce ye pêdiviyên alavên hîjyenê û pedên jinan bê pere bên pêşwazîkirin.”