Li girtîgehên Îranê di bin siya şer de 17 kes hatin darvekirin

Di pêvajoya ku şer didome de, înfazên cezayên darvekirinê yên Komara Îslamî ya Îranê jî leztir bû. Li gorî daneyên fermî û nefermî, di rojên dawî de li girtîgehên cûda yên Îranê 17 girtî hatin darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Bi berdewamkirina alozî û pevçûnên di navbera Îran û DYE’yê de û tundbûna atmosfera ewlehiyê re, li girtîgehên Komara Îsalmî ya Îranê, înfaza cezayên darvekirinê jî berdewam dike. Di pêvajoyekî ku raya giştî di bin bandora şer û êrîşên leşkerî de ye, rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku darvekirin zêdebûne, girtî ji bo hucreyên yekkesî tên veguhestin û li bajarên cûda yên welat tepeserkirin zêde bûye.

Di bin siya şer de darvekirin didomîn

Li gorî raporên hatine weşandin, di rojên dawî de li Girtîgeha QizilHesarê a li Kerecê, li girtîgeha Lakan a li Reştê, li girtîgeha Adelabad a li Şîrazê, li girtîgeha Navendî ya Tebrîzê, li girtîgeha Navendî ya Xurramabad, li girtîgeha Navendî ya Sarî û Îsfahanê 17 girtî hatine darvekirin. Di nava kesên hatine darvekirin de, girtiyên siyasî, kesên ku di dema xwepêşandanan de hatine binçavkirin, girtiyên ku di dozên ne siyasî de hatine mehkûmkirin, kesên ku ji ber sûcên têkildarî madeyên hişber hatine mehkûmkirin û kesekî ku bi sîxurtiya ji bo Îsraîlê hatiye tawanbarkirin, cihdigrin.

Li girtîgeha QizilHesarê girtiyek siyasî hate darvekirin

Girtiyê siyasî Aref Hoşkar ê di xwepêşandanên 2022’an de hatibû girtin, li girtîgeha QizilHesar ê Kerecê hate darvekirin. Beriya darvekirinê, malbat, parêzer û rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî têkildarî darvekirinan wî de hişyarî dabûn.

Tevî îdiayên îşkenceyê, îtîrafên bi zorê û binpêkirina mafê darizandinek adilane jî, darvekirina Hoşkar di sibeha 14’ê Tirmehê de hat kirin. Di heman rojê de çar girtiyên din jî li girtîgehê hatin darvekirin. Yek ji kesên hat darvekirin Pervîn Çardulî dayîka çend zarokan bû. Bi vî awayî, li Girtîgeha QizilHesarê di rojekê de 5 kes hatin darvekirin.

Li Reşt, Tebrîz, Şîraz, Xuremabad, Sarî û Îsfahanê jî darvekirinan berdewam kir

Li girtîgeha Lakan a li Reştê, girtiyekî 48 salî hat darvekirin. Li girtîgeha Navendî ya Tebrîzê, yek jê girtîyekî Kurd ê ji bajara Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, 3 girtî hatin darvekirin.

Li girtîgeha Navendî ya Xuremabad du girtî û li Girtîgeha Adelabad a Şîrazê jî girtiyek hate darvekirin. Her wiha li heman girtîgehê girtiyekî din ku mehkûmê cezayê darvekirinê bû, ji ber zextan û şert û mercên girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

Li girtîgeha Navendî ya Sarî jî 3 girtiyên ne ji dozên siyasî hatin darvekirin. Dadweriya Îranê bêyî agahdarkirina pêşwext a cezayê darvekirinê ya Mihemed Emînî Dehaganî yê ku di xwepêşandanên Çileyê de hatibû girtin û bi şewitandina qereqolê hatibû mehkûmkirin, li Îsfehanê bi cih anî.

Di pêvajoyekî cezayên darvekirinê didomîn de, 3’emîn Odeya Dadgeha Cezayê Yekem a Tehranê, di dozeke ne siyasî de jinekê bi navê Sara mehkûmê cezayê darvekirinê kir. Bi vê biryarê re herî kêm girtiyekî din bi xeteriya darvekirinê re rû bi rû ye.

Veguhestina girtiyan a ji bo hucreyan fikara darvekirinên nû zêde dike

Bi zêdebûna darvekirinan re, hat ragihandin ku hinek girtî bêyî agahiya malbatên xwe sewqî hucreyên yekkesî tên kirin. Parêzvanên mafên mirovan, diyar dikin ku ev pêkanîn piranî caran tê wateya pêkhatine darvekirinên nû û hişyarî didin ku wê hejmara darvekirinan di rojên pêş de zêde bibe.

Du hemwelatiyên Belûc û kolberekî kurd jiyana xwe ji dest dan

Bi pêla darvekirinan re, hate ragihandin ku kesên sivîl di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest didin. Cenazeyên du hemwelatiyên Belûc ên li Taftanê hatin qetilkirin, piştî 12 rojan radestî malbatên wan hat kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên ewlehiyê wesayîta wan a li nêzî gundê Kehnok hedef girtin. Her çend rayedaran îdia kirin ku pevçûn çêbûye, lê çavkaniyên mafên mirovan ev yek red kirin û diyar kirin ku di dema bûyerê de pevçûnek çekdarî pêknehatiye.

Li aliyekî din ve, kolberekî ciwan ê Kurd ê ji Serdeştê, di encama gulebarana muhafîzên sînor a li nêzî gundê Derkî yê Serbabadê de jiyana xwe ji dest da. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, diyar kir ku gulebaran bêyî hişyariyek hatiye kirin.