‘Li girtîgehan binpêkirina mafan gihîştin asta îşkenceyê’

Hevseroka OHD’a Wanê Mehtap Işik diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan gihîştiye asta îşkenceyê, pêkanînên kêfî yên li dijî hiqûqê tên kirin û mafê jiyan û dermankirina girtiyan tê astengkirin û got ku ew ê bibin dengê girtiyan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan- Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê li dijî girtiyan her roja diçe binpêkirin zêde dibin. Li girtîgehên ku îşkenceya sîstematîk heye, girtî ji mafên xwe yên têkilî û tendirustiyê bêpar tên hiştin.

Hevseroka OHD’a Wanê Mehtap Işik diyar kir ku bi pêkanînên kêfî tehliyeya girtiyan tê astengkirin da zanîn ku bi xebatên xwe tiştên diqewimin dişopînin û bal kişand ku pêkanînên heyî ji derveyî hiqûqa dijmin tiştek din nîn e.

‘Girtiyan nabin nexweşxaneyê’

Mehtap Işik bal kişand ku li sê girtîgehên li herêmê îdare bi hincetên; “Nexweşxaneya tam teşekul tune ye, ya heye jî dûr e” girtiyan sewqê nexweşxaneyan nakin û wiha domand: “Girtiyên li girtîgehên navçeyan dimînin hema bibêje qet naçin nexweşxaneyê. Em mînakek bidin; li girtîgehên Patnos û Xelatê girtî, tevî ku gelek caran daxwazname didin jî nayên dermankirin. Ne wan dibin revîrê, ne jî nexweşxaneyê. Dema ku em vê binpêkirinê tînin rojevê, îdareya girtîgehê dibêje; ‘li navçeyê nexweşxaneya dewletê tune ye, ji ber vê yekê bijîjk jî tune ye.’ Ji ber ku li navçeyê nexweşxane tune ye girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyên dûr. Ev mijareke girîng e û nabe ku ji rêzê were dîtin. Girtiyên li wê derê hem ji mafê xwe yê jiyanê hem jî dermankirinê bêpar tên hiştin. Nexweşan bi nexweşiyên wan re tenê dihêlin. Em diyar dikin ku divê mafê dermankirinê yê di zagonê de heye were pêkanîn.”

Lijneyên çavdêriyê bi temamî ketine rewşeke kêfî’

Mehtap Işik bal kişand ku îdareya girtîgehê bi hincetên vala, daxwazên girtiyan red dike, li girtîgehên herêma Serhedê 3 sal in înfaza girtiyan tê şewitandin, hinceta vê jî bersivên ku girtî didin lijneyê tên nîşandan û wiha domand: “Di wê pêvajoyê de çawa bixwazin nêzî girtiyan bibin, li gorî wê dema tehliyeyê bi paş dixin. Em vê yekê li girtîgehên Wan, Patnos û Derya Reş zêde dibînin. Lijne ji girtiyên ku qet cezayê disîplînê negirtine jî pirsên ‘dema derkevî derve tu yê bizewicî?’, ‘HDP’ê çawa dibînî’, ‘dema derketî derve tu yê çi bikî?’ dikin û bi temamî mudaxeleyê azadiya îfadeya kesan dikin. Bi vê yekê dema tehliyeyê bi paş dixin. Ev rewş hiqûqa dijmin e. Girtiyên siyasî ji ber ramanên xwe yên siyasî ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Bi vî awayî pergala tecrîdê kûrtir dikin. Îdareya girtîgehê bi vî rengî li ser girtiyan polîtîkaya têkbirinê pêk tîne û ev yek bi temamî li dijî hiqûqê ye.”

‘Nahêlin girtî têkiliyê bi hev re daynin’

Mehtap Işik da zanîn ku ligel kiryarên li dijî girtiyên nexweş, tecrîda li girtîgehan gihîştiye asteke zêde û hewl didin têkiliya di navbera girtiyan de bi temamî bibirin. Mehtap Işik bal kişand ku bi vê yekê dixwazin girtiyan îzole bikin û bûyera sala par li Girtîgeha Patnosê ku li du girtiyên jin îşkenceya bi benê berazan hatibû kirin bi bîr xist û ev agahî dan:

“Em binpêkirina mafan daynin aliyekî êdî îşkence bi temamî bûye rewşeke kêfî. Hemû mafên civakî yên girtiyan ji wan hatine girtin. Girtî di hucreyên bi tenê de tên tecrîdkirin. Bi mehan nahêlin bi kesê re biaxivin, dema ku li hewşê silav didin girtiyek, cezayê disîplînê li wan tê birîn. Asta herî zêde ya tecrîdê veqetandina girtiyan û tenêhiştina kes e û li ser vê yekê jî pêvajoyeke binpêkirinê ya sîstematîk dest pê dike. Tunebûna têkiliyan bi taybetî li girtîgehên tîpên R û S zêde tên jiyîn. Em li girtîgehên navçeyan jî vê dibînin. Ligel van sala borî, li girtîgeha Patnosê li du jinên girtî îşkenceya bi benê berazan hat kirin, bi hinceta ku dirûşm avêtine. Vê rewşê bi rapora ATK’ê jî hat diyarkirin. Têkildarî wê mijarê li dadgeha herêmî lêpirsîn didome. Komîsyona Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî, li ser vê yekê lêpirsîn da destpêkirin û hê jî didome.”

‘Em ê tiştên diqewimin bişopînin’

Mehtap Işik diyar kir ku ew ê tiştên di vê pêvajoyê de diqewimin bişopînin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Girtîgeh roj bi roj dibin cihê îşkenceyê. Bi biryarên kêfî girtî tên îzolekirin. Pêvajoyeke li dijî zagon û hiqûqê tê pêşxistin. Em ê bibin dengê girtiyan û li dijî van binpêkirinan bisekinin.”