Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê binpêkirin naqedin!
rtîgeha Tîpa S a Îdirê di zivistana ku dereceya hewayê dikeve bin sifrê de, karolîfer nayên vekirin. Bi gotinên ‘arize heye’ bersiv didin girtiyan. Daxwaza girtiyan a ji bo sobeyê bi cih nayên.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Îdir- Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, binpêkirin her diçe zêde dibin. Ji mafê ji bo dermankirinê heta ava paqij, gelek maf tên binpêkirin.
Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ku bi binpêkirinan her dem tê rojevê hat diyarkirin ku karolîfer nayên vekirin. Li gorî agahiyên malbatan bi rojan e ji girtiyan re dibêjin ariza heye loma girtî hewl didin bi betaniyeyan xwe germ bikin.
Girtî bi betaniyeyan xwe germ dikin!
Li girtîgeha ku sala par jî heman rewş hebû, girtiyên siyasî û edlî dimînin. Li gorî agahiyên xizmên girtiyan dan me; ev rewş meh û nîv e didome. Li girtîgeha ku karolîfer nayên vekirin, girtî neçar dimînin di mercên hewaya bin sifrê de bijîn û daxwaza wan ji bo sobeyê jî bê bersiv tê hiştin.
Girtiyên ku neçar dimînin bi betaniyeyan xwe germ bikin, tevli tu aktîvîteyên rojane nabin, di heman rewş û mercan de derdikevin hevdîtina bi malbatan re. Girtiyên ku ji bo vê rewşê daxwazname dane, dixwazin çareseriyek were dîtin.
Sobe dan gardiyanan lê nedan girtiyan
Xizmên girtiyên ku me bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku mudurê girtîgehê guheriye, daxwaza girtiyan a ji bo çareseriyê jî bi hinceetên “Em li bendê ne Wezareta Dadê têkildar bibe” cidî nayên girtin. Xizmên girtiyan her wiha diyar kirin ku sobe dane gardiyanan lê nedane girtiyan û ev agahî dan: “Sala par jî heman pirsgirêkê jiyan. Em bi mehan li benda çareseriya vê pirsgirêkê man. Îsal jî heman pirsgirêk heye. Di nava koguşan de jî li derve jî xwe bi betaniyeyan germ dikin an na nikarin di sermayê de bimînin. Em hîn bûn ku li girtîgehê ji derveyî girtiyên siyasî, yên edlî jî hene. Girtiyên nexweş pir zoriyê dikşînin. Jixwe mayîna li girtîgehê heta tu bibêjî zor e îcar di hewaya bin sifrê de dibe sedem ku bi nexweşiyan bikevin.”
Girtî rastî lêgerîna pêlav û goreyan tên!
Xizmên girtiyên bi navê Rûken Yildiz û Muruwett Kesen ên di heman koguşê de dimînin jî li ser mijarê gotin ku divê çareyek were dîtin û diyar kirin ku Rûken Yildiz nexweşa tansiyonê ye û di mercên girtîgehê de pir zoriyê dikşîne. Her wiha hat diyarkirin ku tevî pirsgirika karolîferê, di warê çûyîna nexweşxaneyê û girtina dermanan de jî pirsgirêk hene. Wekî din jî malbatan dan zanîn ku di hevdîtina bi malbat û parêzeran de pêlav û goreyên girtiyan tên derxistin, girtiyên ku bertek nîşanî vê yekê didin jî tên derbkirin, rastî gef û heqaretan tên.
Girtiyan bi riya malbatên xwe li dijî zext û binpêkirina mafan banga hestiyariyê kirin û xwestin dawî li bêhiqûqî û binpêkirina mafan were.