Li Girtîgeha Sîncanê der barê 39 girtiyên jin de lêpirsîn hat vekirin

Der barê 39 girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ji bo balê bikşînin ser helwesta li hemberî girtiyên nexweş 3 rojan çalakiya xwarin negirtinê li dar xistin de lêpirsîn hat destpêkirin.

Enqere- Der barê 39 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin bên berdan çalakiya 3 rojan a xwarin negirtinê li dar xistin de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gorî nûçeya nûçegihana girtî Dîcle Muftuoglu ya ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) piştî qetilkirina Şakîr Turanê li Girtîgeha Tîpa L ya Erzînganê girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û daxwazname nivîsandin û diyar kirin ku ew 3 rojan xwarinê nagirin. Girtiyên jin daxwaznameyek ji Wezareta Edaletê û Meclisê re jî nivîsandin û bal kişandin ser nêzîkatiya li hemberî girtiyên nexweş û mirina ji ber vê yekê bûne sedema çalakiya wan.

Lêpirsîna dîsîplînê dest pê kir

Piştî bidawîbûna çalakiyê, Midûriyeta Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê der barê girtiyan de lêpirsîn da destpêkirin. Di teblîxa ku ji girtiyan re hat şandin de, hat gotin ku ji 39 girtiyên ku beşdarî çalakiyê bûne, di nava 3 rojan de ji bo parastina xwe bikin û gotin: “Ji bo tesbîtkirina sûc kirine yan na lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.”