Li girtîgeha jinan serhildan: 41 jinên mahkum hatin qetilkirin

Di serhildana li girtîgeha jinan a Honduras û di pevçûna di navbera du çeteyan de 41 jinên mehkum hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Yek ji welatên Navenda Amerîkayê li Hondurasê li bajarokê girêdayî paytext Tegucigalpa li girtîgeha jinan serhildan û pevçûn derket.

Li gorî nûçeya La Prensa di serhildan û pevçûnan de 25 jin hatin şewitandin, 16 jin jî bi guleyan hatin qetilkirin. Pevçûnên ku di navbera çeteyên Mara Salvatrucha û Barrio 18 de derketin hejmarek zêde hêzên ewlehiyê sewqî derdora girtîgehê hatin kirin.

‘Min fermana mudaxeleyê da’

Alîkarê wezîrên ewlehiyê Julissa Villanueva, di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal Twitterê de da diyar kir ku li girtîgehê rewşa awarte hatiye îlankirin û got: “Min ferman da ku bi awayek herî tund mudaxeleyê girtîgeha jinan a Tamarayê bikin. Em destûr nadin van  çalakî û serhildanên li girtîgehan. Îtîfaye, polîs û leşkeran bi awayek herî bi lez destwerdana rewşê dikin.”

Her wiha agahiyên ku li girtîgeha Ilama ya ji Tegucigalpa di mesefeya 300 kîlometre de ye hatin, hat diyarkirin ku peçûnên bi çek çêbûne û polîsan mudaxele kirine.