Li Girtîgeha Evînê 7 girtiyên siyasî dest bi çalakiyê kirin
7 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê dan xuyakirin ku ji bo piştgirîkiriya salvegera serhildanê bi gotina "Baweriya me heye ku heta serkeftinê têkoşînê bidomînin" dest bi çalakiyê kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/09/20230916-20230916-20230915-untitled-1-pngf0eb9e-image-jpg00a2c5-image-jpg899020-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – 7 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evîn a Îranê girtî ne, ragihandin ku ji 14’ê Îlonê ve bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Mahsa Emînî û serhildana ‘Jin jiyan azadî’ li hewşa girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Girtiyên bi navê Azadeh Abedînî, Sepîde Qalian, Şakîla Monfered, Golrokh Îraî, Nerges Mihemedî, Mahbobeh Rezayî û Vîda Rabbanî bi peyama ku li ser hesabê medyaya dijîtal a parêzvana mafên mirovan Narges Mihemedî parve kirin, çalakiya xwe vegotin.
'Em ê heta kêliya serkeftinê têkoşînê bidomînin'
Daxuyaniya platforma medyaya dîjîtal a Instagramê wiha ye:
“Em weke girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê ji 24’ê Şehrîvarê (14’ê Îlonê ) ve li hewşa girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin û piştgiriyê didin gelê xwe û hikûmetê şermezar dikin.
Salek bi ser qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ji aliyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve derbas bû. Nefreta me ya ku li hember ji li kolan û zindanan qetilkirina xort û keçên welatê me, korkirina xwepêşanderan, girtin, îşkence, zindankirina kesên ku li ber xwe didin, dihesin birînek e li ser rihê me ye. Motivasyon û baweriya me heye ku em heta kêliya xwe ya serkeftinê têkoşînê bidomînin.
Em ê bi Îran û gelê Kurd re bibin yek
Em weke girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Êvînê piştgiriyê didin gelên Îranê yên ji bo azadî û wekheviyê tekoşîn dikin. Em polîtîkayên tund, zordar û hovane yên oldarên otorîter protesto dikin. Ji 24’ê Şehrîvarê (14’ê Îlonê) ve em ê bi gelê Kurd û Îranê re li hewşa Girtîgeha Jinan a Êvînê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Em daxwaz ji hemû raya giştî û gelên demokratîk dikin ku bibin dengê gelê Îranê û xwepêşanderan.”