Li Girtîgeha Evînê 7 girtiyên siyasî dest bi çalakiyê kirin

7 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê dan xuyakirin ku ji bo piştgirîkiriya salvegera serhildanê bi gotina "Baweriya me heye ku heta serkeftinê têkoşînê bidomînin" dest bi çalakiyê kirin.

Navenda Nûçeyan – 7 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evîn a Îranê girtî ne, ragihandin ku ji 14’ê Îlonê ve bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Mahsa Emînî û serhildana ‘Jin jiyan azadî’ li hewşa girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Girtiyên bi navê Azadeh Abedînî, Sepîde Qalian, Şakîla Monfered, Golrokh Îraî, Nerges Mihemedî, Mahbobeh Rezayî û Vîda Rabbanî bi peyama ku li ser hesabê medyaya dijîtal a parêzvana mafên mirovan Narges Mihemedî parve kirin, çalakiya xwe vegotin.

'Em ê heta kêliya serkeftinê têkoşînê bidomînin'

Daxuyaniya platforma medyaya dîjîtal a Instagramê wiha ye:

 “Em weke girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê ji 24’ê Şehrîvarê (14’ê Îlonê ) ve li hewşa girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin û piştgiriyê didin gelê xwe û hikûmetê şermezar dikin.

Salek bi ser qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ji aliyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve derbas bû. Nefreta me ya ku li hember ji li kolan û zindanan qetilkirina xort û keçên welatê me, korkirina xwepêşanderan, girtin, îşkence, zindankirina kesên ku li ber xwe didin, dihesin birînek e li ser rihê me ye. Motivasyon û baweriya me heye ku em heta kêliya xwe ya serkeftinê têkoşînê bidomînin.

Em ê bi Îran û gelê Kurd re bibin yek

Em weke girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Êvînê piştgiriyê didin gelên Îranê yên ji bo azadî û wekheviyê tekoşîn dikin. Em polîtîkayên tund, zordar û hovane yên oldarên otorîter protesto dikin. Ji 24’ê Şehrîvarê (14’ê Îlonê) ve em ê bi gelê Kurd û Îranê re li hewşa Girtîgeha Jinan a Êvînê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Em daxwaz ji hemû raya giştî û gelên demokratîk dikin ku bibin dengê gelê Îranê û xwepêşanderan.”