Li girtîgeha Amedê ku fîşek di xwarinê derketibû nîha jî 115 kes bi jehrê ketin

Di kampusa Saziya Înfaza Cezayê Amedê de, di nav de girtî û personel 115 kes ji xwarina firavînê bi jehrê ketin.

Navenda Nûçeyan- Li girtigehên Tirkiye her roj nûçeyek nû ya binpêkirina mafan tê. Herî dawî li Saziya Înfazê ya Cezayê Amedê di xwarina girtiyên jin de fîşek derketibû, vê carê jî 115 kes ji xwarina firavînê bi jehrê ketin.

Di kampusa girtîgehê de piştî xwarina firavînê 62 girtî nexweş bûn, 14 jê personel 76 kes, bi tîmên tendirûstiya acil ya 112 rakirin nexweşxaneya bajêr. Piştî tedawiyê 16 girtî û 11 personelên girtîgehê ji nexweşxaneyê derketin. Tedawiya 46 girtî û 3 personelan berdewam dike, piştî demekê 30 girtî û 9 personelên din jî ên nexweş bûne bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Hate zanîn ku 115 girtî û personelên ku tedawiya wan temem bûne, derbarê bûyera jê bandor bûne de mînakên ji xwarinan hatine girtin lêkolîn hate destpêkirin û lêpirsîna edlî û îdarê berdewam dike. 

Hefteya borî cardin di heman girtîgehê de di xwarina girtiyan de tovikê fîşekê derketibû. Girtiyên di qawişa A-9 de tên girtin, giliyê sûc li îdareya girtîgehê û dozgeriya girtîgehê kiribûn.