Li girtîgeha Amedê li ser girtiyan lêgerîn tê ferzkirin

Li girtîgehan li gel çalakiyên grevên birçîbûnê, zext û binpêkirina mafan jî zêde bûn. Hat zanîn ku li Amedê li ser girtiyan lêgerîn tê ferzkirin.

Navenda Nûçeyan- Bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareserî, girtiyan di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, pê re li girtîgehan binpêkirina mafan jî zêde bû.

Parêzeran serdana girtîgeha Amedê kirin

Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tên girtin di hevdîtina di 6’ê Adarê de bi malbatên xwe re gotibûn ku bi ser qawîşên wan de girtine û gef li wan hatiye xwarin. Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî piştî serlêdana malbatan çûn serdana girtîgehê.

Girtiyan dan zanîn ku di bin navê ‘lêgerînê’ de bi ser qawîşên wan de tê girtin û gardiyan alavên wan belav dikin. Her wiha diyar kirin ku gardiyan sepanên ‘rabe-rûne’, ‘dest û milên xwe veke’ û ‘pêlavên xwe derxe’ li wan ferz dikin. Di heman demê de hat gotin ku piştî girtina kamerayan, gef li wan hatiye xwarin.

Lênûsên girtiyan hatin desteserkirin

Parêzerên OHD’î piştî serdanê ev agahî dan: “Pirtûkên ku ji hêla girtîgehê ve hatine kontrolkirin û piştre dabûn girtiyan, hatine desteserkirin. Li gel vê her wiha lênûsên ku girtiyan ji pirtûkên cuda beş jê nivîsandibûn û ji bo xebatên çîrok-romanan amade kirin jî hatine desteserkirin. Bi heman awayî bi ser hucreyên kesên cezayê muebbeta giran li wan hatiye birîn de jî girtine, bi awayekî fizîkî mudaxele li wan hatiye kirin û bi awayekî derhiqûqî heta demeke dirêj li erdê dirêjkirî hatine hiştin.”