Li Girîtê keştiya ku koçber dihilgirt bin av bû

Li peravên greva Gavda ya li başûrê Girît keştiya ku 80 koçber dihilgirt bin av bû.

Navenda Nûçeyan – Li peravên greva Gavda ya li başûrê Girît keştiya koçber dihilgirt binav bû, di encam de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û hate diyarkirin ku hejmarek zêde ya kesan winda bûne.

Li gora nûçeya televizyona dewletê ya Yunanistan ERT, keştiya ku koçber dihilgirt dema hewl dida bigihe Yunanistan binav bû. Tîmên ewlehiya deryayê ya Yunanistan çûn cihê bûyerê, di xebatên lêgerîn û rizgariyê de, 5 koçer bi awayek jiyana xwe ji dest dayîn hatin dîtin. Hate destnîşan kirin ku di keştiyê de 80 kes hebûn.