Li Germiyan kampanya baykota malên Tirkî

Kampanya baykotkirina kel û pelên Tirkî li Raperîn û Germiyanê destpêkirî di dome, duh li gelek cihên geştiyaran belavokên şiyarîkirinê hatin belav kirin.

Navenda Nuçeyan - Kampanya baykotkirina kel û pel, film û diramayên Tirkî ji aliyê jinên ciwanên tekoşer û welatparêzên Kurdistanê bi diruşma ‘Werin Cenga Azadiyê’ hat destpê kirin. Bi sedan belavokên ku şiyariya baykotên malê Tirkî li cihên seyrangehan hatin belavkirin û wê ev kampanya dom bike.