Li Geliyê Kersê yê Şengalê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
Şengalî ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Geliyê Kersê pîrozbahî kirin.
VIYAN SAÎD
Şengal - Welatiyên Şengalê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan Geliyê kerse. Koma stranan a Sitêrkên Sor ya zarokan û Koma govendê ya Hêviya Jinên Êzidî derketin ser dike û hunerê xwe pêşkêş kirin. Bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) Niam Bedel li ser giringiya 4’ê Nisanê axavî.
Jina bi navê Alya Şengalî kêfxweşiya xwe ya ji bo 4’ê Nîsanê wiha anî ziman:“Em îro weke milet em hatine Rojbûna Rêberê xwe li tevahî Gerilayên serê Çiyê, li malbata Serok û hemû kesê pîroz dikim. Hêviya me ew ku em saleke din bi Rêberê xwe re vê rojê Pîroz bikin. Piştî me fikrê Rêber Apo nasî gelek guhertin di jiyana me de çêbû.”
Ciwana bi navê Cîhan Şingalî jî hestên xwe yên ji bo rojê bi van gotinan par kir: “Ez weke keçeke Êzidî Rojbûna Rêberê xwe li Rêber Apo û tevahî gerilayên serê çiyê, li YBŞ Û YJŞ’ê pîroz dikim. Berê me wate û giringiya vê rojê nedizanibû lê bi naskirina fikrê Rêber Apo re me ev roj naskir û em jî weke ciwanên Rêberê xwe heya dawî emê fikrê Rêberê xwe di xwe de avabikin û bikin ku tevahî civak bi vî fikrî rabe.”