Li gelek bajaran serdegirtina malan: Herî kêm 40 kes hatin binçavkirin

Li gelek bajaran danê sibehê di serdegirtinên malan de herî kêm 40 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Îro danê sibê li Stenbol, Îzmîr û Antalyayê di serdegirtina malan de rêveberên DEM’ê jî di nav de herî kêm 40 kes hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku serdegirtina malan bi hinceta piştgiriya ji bo berxwedana li Wanê hatiye kirin.

Li Stenbolê di serdegirtinên malan de Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Unal Yusufoglu, Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Mehkûmên Marmarayê (MATUHAYDER) û gelek endamên partiyê jî di nav de herî kêm 21 kes hatin binçavkirin. Di dosyayê de biryara qedexekirina 24 saetan li parêzeran hat dayîn.

Navê hin kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Adil Gumuş, Fîkrî Baş, Zubeyîr Taş, Vildan Dogan, Unal Yusufoglu, Alamettîn Demîr, Necla Aktay, Suat Yildiz, Ertan Hamîtoglu, Zubeyde Gulsûl, Suzan Gezînûzeli, Ahmet Al. Fîlîz Aydin, Yaşar Gokdemir.

 Li Îzmîrê 19 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê jî bi heman hincetê ji bo 19 kesan biryara girtinê hat dayîn. Di serdegirtina malan de danê vê sibehê 16 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku di nav kesên hatin binçavkirin de endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirk (TÎP), Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst, Ciwanên Demokratîk ên Nû û Navendên Civakî jî hene.

Navên li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê hatin binçavkirin ev in: Erkan Gokber, Tûgçe Kizildemîr, Mehmet Kasar, Emîne Akbaba, Berfîn Buyukertaş, Arda Duvarci, Azat Kunur, Elîf Yerlîkaya, Muhammet Arda Bulgan, Nîlufer Akbaba, Samet Kasar,  Sezgîn Zevkibol , Sûde Tîmagur.

 Li Antalyayê operasyon

Li Antalyayê Hevserokê Navçeya Doşemealtiyê yê DEM’ê Fehmî Karakuş, Ahmet Refîk Akarca û Derya Polat danê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a parêzgehê.