Li gelek bajaran serdegirtina malan

Li gelek bajaran di serdegirtinên malan de rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Operasyona ku bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatî destpêkirin de li Amed, Mêrdîn, Riha û Stenbolê polîsan bi ser malan de girt û di encamê de gelek rojnameger, parezêr, hunermend û siyasetmedar hatin binçavkirin. 

Xwediyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, edîtorê MA'yê Abdurrahman Gok, nûçegîhanê MA'yê Ahmet Kanbal, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen di nav de bi ser gelek malan de girtin. Polîsên ku li malan lêgerîn kirin dest danîn ser pirtûk û kompîturan. Ji ber Ferhat Çelîk li mala xwe nebû nehate binçavkirin. Abdûrrahman Gok hate binçavkirin û lêgerîna li mala Kadrî Esen berdewam dike. 

Hevseroka OHD'a Amedê parêzer Halîse Dakali, parêzer Ozum Vurgun, Bunyamin Şeker, Berdan Acun, Pîrozhan Karali, şewirmenda Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz Sezen Mercan, ji Şanoya Bajêr a Amedê Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş û Elvan Koçer Yildirım û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. 

 Li aliyê din Xwediyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, ji ber ku ne li mala xwe bbû, nehat binçavkirin û hat ragihandin ku li gelek navnîşanan lêgerîn berdewam kirine.

Hate hînbûn ku di serdegirtina mala Rojnameger Bêrîtan Canozer de ji ber ne li malê bû nehat binçavkirin.

Hate diyarkirin ku lêgerîna li Şaxa ÖHD'ê ya Amedê û li mala Rojnameger Kadrî Esen dewam dike.

 Tê diyarkirin dibe ku di saetên pêş de hejmara binçavkirinan zêde bibe.