Li gel rapora nexweşxanê jî girtiyê nexweş di hindir de dihêlin

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di vê hefteyê de li ser jiyana girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî ku gurcikên wî nemane û mîdeya wî xwîn dibe agahî da û daxwaza kir ku were berdan.

Navenda Nûçeyan - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 358’emîn de li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî ku ji Girtîgeha Bolûyê sewqî Girtîgeha Sîncana Enqereyê hatiye kirin.
Nûray Çevîrmen da zanîn ku parêzerê Çelebî di 9’ê Tîrmehê de serdana miwekîlê xwe kiriye û li gorî parêzerê wî ragihandiye rewşa miwekîlê wî her ku diçe giran dibe û di encamên raporên nexweşxaneyê de derketiye holê ku mîdeya wî xwîn bûye. Nûray anî ziman ku her du gurcikên Mehmet Alî Çelebî nemane û di hefteyê de 3 rojan diçe diyalîzê û nexweşîna tansiyonê zêde pê re heye û di demek nêz de felc bûye. Nûray got ku Mehmet Alî Çelebî nikare bi rehetî li ser xwe here û were û pêdiviyên xwe dabîn bike û bi zoriyê re rûbirû maye û xwest cezayê Mehmet Alî Çelebî û girtiyên nexweş hemû werin taloqkirin û berdan.