Li gel Dayîkên Aşîtiyê 30 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtina malên li Colemêrg û navçeyên wê de di nava wan de Dayîkên Aşîtiyê jî hebûn, nêzî 30 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Îro di danê sibehê de li navenda Colemêrgê û navçeyên wê yên Gever û Çelê bi ser gelek malan de hate girtin.

Piştî serdegirtinên malên ku diyarkirinê de Dayikên Aşîtiyê jî di nav de, herî kêm 30 kes di serdegirtinan de hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Welatiyên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.

Navên kesên ku hatine tesbit kirin ku hatie binçavkirin wiha ye: “Seher Karagozû Hemail Vural, Mahsuma Akin, Ferîde Agrali, Emîne Ozdel, Suheyla Saygi, Fatma Bulut.”