Li Gambiyayê kampanyaya îmzeyan ya li dijî ‘sineta jinan’ berdewam dike

Li Gambiyayê kampanyaya îmzeyan a kureyî li dijî rakirina qedexeya ‘sineta jinan’ berdewam dike. Di danezana kampanyayê de banga “Niha îmza bike û çerxa me ya kureyî bibin korîdorên parlamentoya Gambiyayê” hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Gambiyayê li dijî pêşnûmeya ku der barê rakirina qedexeya sineta jinan de hat amadekirin, kampanyaya îmzeyan a bi navê ‘Xwedî li qedexeya sineta jinan derbikeve, zarokên keç biparêze!’ berdewam dike. Di kampanya ku di 13’ê Nîsanê de di malpera “avaaz.org” bi awayek kureyî dest pê kir de hedef ew e ku bigihîjînin 500 hezar îmzeyan, heta niha gihîşt 429 hezar û 540 îmzeyan.

‘Parastina bi milyonan zarokên keç di destên me de ye’

Di danezana kampanyayê de bal hat kişandin ku tu şansê zarokên keç ên hilbijartinê nîn e û wiha hat gotin: “Li Gambiyayê nêzî milyonek zarokên keç hatine sinetkirin. Hînek ji wan ji ber sineta vajînal bi dirûtinê hatin girtin. Weke ku têrê neke, ger behsa tiştên ku jiyane bikin gefa ku dê careke din were jêkirin li wan hatiye xwarin. Parastina bi milyonan zarokên keç ên nehatine sinetkirin di destên me de ye.”

‘Biryarê mêr digrin’

Di danezanê de hat destnîşankirin ku ev pêkanîna metirs a Gambiyayê di sala 2015’an de hatiye qedexekirin û ev tişt hat gotin:  “Lê belê îro siyasetmedar, dixwazin sinetkirina zarokên keç careke din bikin zagonî. Ev biryar jî mêr digrin. Ji sedî 91’ê parlamenterên Gambiyayê mêr in. Ji bo rawestandina wan kêmî 90 rojan demê me heye.”

Bang li meclisa neteweyî ya Gambiyayê hat kirin

Di danazanê de bang li endamên meclisa neteweyî ya Gambiyayê hat kirin û wiha hat gotin: “Tu hincetek tibî ya mutilasyona genîtal a jinan nîn e û zarokên keç neçar dibin heta di jiyanê dene wê vê ceribandin û birînin zihnî û fizîkî hilgirin. Gambiya di sala 2015’an de gavek bi cesaret avêt û ev pêkanîn qedexe kir. Berdewamkirina vê qedexeyê pêk bînin. Zarokên keç biparêzin. Ziyandayina giştî asteng bikin.”

Pêşnûmeya zagonê di 4’ê Adarê de li parlamentoyê hetibû erêkirin

Pêşnûmeya der barê rakirina qedexeya ‘sineta jinan’ de, ji aliyê siyasetmedar Almameh Gibba di 4’ê Adarê de pêşkêşî parlamentoyê kiribû. Pêşnûmeya der barê rakirina qedexeyê ji 4, 42 deng biryar dan ku bibin komîteya parlamentoyê. Gambiya ku hema bibêje bi temamî misilman xwedî 2,6 milyon nufûs, di rewşa erêkirina pêşnûmeyê de wê bibe welatê yekem ku ‘sineta jinan’ careke din vegerîne. Aktivîstên mafên jinan li ber parlamentoya li paytext Banjul kom bûn, hevdîtinên der barê rakirina qedexeyê de protesto kiribûn