Li Fransayê ji sê jinan yek rastî şîdetê tê
Li Fransayê di lêkolînek ku li ser şîdetê hat kirin de derket holê ku mêr ji bo rêzgirtinê tundiyê pêwîst dibînin û jin bi tecawizê re rû bi rû dimînin.

Navenda Nûçeyan- Di lêkolîneke ku li Fransayê hat kirin de, cudakariya zayendî ya li welat derket holê. Di dawiya lêkolînê de bal hat kişandin ku cihêkariya zayendî di asteke bi xeter de.
Konseya Bilind a Wekheviya Jin û Mêran a Fransayê (HCEFH) encamên lêkolîna ku di navbera 5-26’ê Cotmeha 2022’an de bi 2 hezar û 500 kesên ji 15 salî mezintir re hat kirin kir rapor. Tê payîn ku rapor pêşkêşî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron were kirin.
Jin rastî şîdet û tecawizê tên
Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Enstîtuya Viavoice ji bo HCEFH’ê hat meşadin de, eşkere bû ku li welat zayendperestî kêm nebûye, beravajî zêde bûye. Ji sedî 37’ê jinan rastî tecawizê hatine. Ango ji sê jinan yek rastî tecawizê hatiye. Li welat; tê tomarkirin ku bûyerên zayendperestî û tecawizê di nava ciwanan de belav bûye. Ji bilî van daneyan, ji sedî 26’ê mêran bertek û tedbîrên li dijî tundiya zayendî zêde dibînin.
Li gorî encamên lêkolînê, li welet ji çar mêran yek difikire ku ji bo rêzgirtinê tundiyê pêwîst dibînin. Ji sedî 40’ê mêran jî dibêjin ku divê jin bi zarokên xwe re eleqedar bibin.
Têkoşîn kêm e
Tevî ku ji sedî 82’ê nifûsa Fransayê dixwazin mijara zayendî di rojeva pêşîn a hikûmetê de cih bigre jî di dawiya raporê de li rayederên Fransayê warê têkoşîna di vê mijarê de têrker nîn e di vê mijarê de rexne jî tên kirin.
Di sala 2022’an de 101 jin hatin qetilkirin
Rêxistinên jinan diyar kirin ku di sala 2022’an de li welat 101 bûyerên cînayetên jinan qewimîne. Li gorî rayedarên fermî yên Fransayê li welat li gorî sala 2021’ê di sala 2022’an de tundiya li ser jinan ji sedî 20 zêde bûye. Jinan herî zêde li dijî tundiya zêde dibe, daxwaza parastinê kirin.